Di êrişeke Îsraîlê de 10 kes ji malbata Heniye hatin kuştin

Di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê de ya li Xezeyê, ji malbata serokê Nivîsgeha Siyasî ya tevgera Hamasê Îsmaîl Haniye 10 kes hatine kuştin.

Di êrişeke Îsraîlê de 10 kes ji malbata Heniye hatin kuştin
25 hezîran, 2024   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parastina Sivîl a Xezeyê diyar kir ku roja Sêşemê artêşa Îsraîlê êriş bir ser kampeke penaberan a li Xezeyê û di encamê de ji malbata serokê Nivîsgeha Siyasî ya tevgera Hamasê Îsmaîl Haniye 10 kes hatin kuştin.

Berdevkê Parastina Sivîl Mahmûd Basal got, "Hin şehîd hîna jî di binê enqazê de ne."

Basal aşkera kir ku xwişka Îsmaîl Heniye, Zahr Haniye jî yek ji wan kesan e ku hatin kuştin.

(şx)