Dîwarên Çilaxayê mîrasa xelkê wê vedibêjin

Hunermend Ehmed Salih rojên xwe bi xêzkirina wêneyan li ser dîwarên bajarê Çilaxa derbas dike. Bi xêzkirina sembol û çanda herêmê kolanên wê geş kirine.

22 hezîran, 2024   03:05
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Ehmed Salih (42) ê ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, ji Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Şamê derçûye. Wî ji 8 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û di hemû polan de di beşa wênesaziyê de hertim ê serkeftî bû.

Ev çend roj e, Salih tev reng û boyaxên xwe derdikeve kolanên bajarê Çilaxa û li ser dîwaran wêneyan xêz dike ku çanda gelên herêmê nîşan didin.

Şaredariya Gel a bajêr çavdêriya projeyê dike û dê 11 tabloyên mezin bên xzêkirin.  

Salih heta niha 3 tablo bi rengên avî bi dawî kirine. Ew tablo li ser kultûra herêmê ne û yek ji wan jî a gerîla ye.

Salih ji ajansa me re got: “Min xwest bajêr bi tabloyên li ser berxwedana li hemberî êrişan, bixemilînim.”

Salih destnîşan kir ku rêya tekane ya parastina şaristanî, çand û gelan ji qirkirinan berxwedan e û got: “Bij saya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û gerîlayan, çand û şaristaniya me û yên pêkhateyên herêmê ji qirkirinê hatin parastin.”

(mh)

ANHA