Şefîk Esen li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
Girtiyê siyasî Şefîk Esen (36) ku li Girtîgeha Tîpa T a Abolvadîn a Afyonê dihate ragirtin, li Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşerî jiyana xwe ji dest da.
![Şefîk Esen li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_667d61036e103.jpg)
Li gorî agahiyan, cenazeyê Şefîk Esen wê li gundê Beşpinar ê li navçeya Çinar a Amedê bê veşartin.
Şefîk Esen par meha Kanûnê bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê' hatibû dîlgirtin. Gelek nexweşiyên wî yên kronîk hebûn.