Hevpeymaniya Nesir êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
Hevpeymaniya Nesir dagirkerî û êrişên artêşa Tirk qirker ên li ser xaka Herêma Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku ji bo rawestandina dagirkeriyên dewleta Tirk li dijî serweriya xaka Iraqê helwesta pêwîst nîşan bidin.
Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî der barê êriş û dagirkeriya artêşa Tirk li sînorê Amêdî û parêzgeha Duhokê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ew weke Hevpeymaniya Nesir hemû êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser serweriya xaka Iraqê û bi taybet yên li devera Amêdiyê û parêzgeha Duhokê, her wiha nuqteyên kontrolê li nav xaka Iraqê di navbera gundên Bamernê û Amêdiyê de danîne bi tundî şermezar dikin.
Hevpeymaniya Nesir got; “Berdewama dagirkeriyên dewleta Tirk li ser serweriya Iraqê, peywendiyên her du welatan ber bi aloziyeke kûrtir ve dibin. Her wiha bi tu awayî nabe ku hecet ji van êriş û dagirkeriyan re bê nîşandan.
Di dawiyê de Hevpeyamaniya Nesir bang li hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî kir ku helwesteke nîştimanî nîşan bidin da ku dagirkerî û binpêkirina xaka Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve dawî lê bê.