Li Reqa 700 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin

Nivîsgeha Perwerdê ya kantona Reqayê di roja duyemîn a çalakiyê de 700 pirtûk ji parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li saziyên civaka sivîl ên kantonê belav kirin.

Li Reqa 700 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin
Li Reqa 700 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin
Li Reqa 700 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin
Li Reqa 700 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin
Li Reqa 700 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin
27 hezîran 2024   16:44
REQA

Di çarçoveya pêngava ˊJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ de Nivîsgeha Perwerdê ya kantona Reqa bi hevkariya Akademiya Şehîd Ebdulezîz El Mûsa pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan belav dikin. Her wiha di roja duyemîn a belavkirina pirtûkê de 700 pirtûk hatin belavkirin. Dê 2 hezar û 200 pirtûk werin belavkirin.

Duh bi diruşma ˊDê cena azadiyê bi ser bikeveˊ dest bi belavkirina pirtûkan bûbû. Di roja yekemîn de 650 pirtûk hatin belavkirin.

Li gorî çavdêran, armanca ji belavkirina pirtûkan belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan li nava gel e.

(fr)

ANHA