Li Amûdê semînerek li ser Leşmanya hat dayîn

Ji bo hişyarkirina şêniyan ji metirsiya nexweşiya Leşmanyayê û rêgirtina li ber belavbûna wê, Heyva Sor a Kurd li bajarokê Sinciq Sadûn ê bajarê Amûdê semînerek da.

Li Amûdê semînerek li ser Leşmanya hat dayîn
Li Amûdê semînerek li ser Leşmanya hat dayîn
Li Amûdê semînerek li ser Leşmanya hat dayîn
Li Amûdê semînerek li ser Leşmanya hat dayîn
Li Amûdê semînerek li ser Leşmanya hat dayîn
27 hezîran, 2024   20:41
QAMIŞLO

Piştî zêdebûna pêketiyên nexweşiya Leşmanyayê li bajarokê Sinciq Sadûn ê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê, îro Navenda Banka Xwînê ya Heyva Sor a Kurd li navenda tenduristî ya bajarok, semînere da şêniyan. Di semînerê de rêbazên rêgirtina li ber belavbûna nexweşiyê şîrove hat şîrovekirin.

Li gorî belgeyên navenda tenduristiyê di meha dawîn de 50 kes bi Leşmanyayê ketine.

Endama Navenda Banka Xwînê Hêvîn Mîrza Leşmanya û rêbazên pêketinê pênase kir. Her wiha rewşên ku tê de ev nexweşî çêdibe jî, diyar kir.

Hêvîn Mîrza destnîşan kir ku belavbûna gemar û çopan di havînê de yek ji sedema derketina mêşên ku nexweşiyê vediguhêzin û got: "Di serî de nexweşî tu êşê nade mirov, lê paşê bi demê re mezintir dibe û êşê dide."

Hêvîn Mîrza diyar kir ku tu derman ji bo xweparastina ji Leşmanyayê tune ne, lê mirov dikare xwe ji wî cûreyê mêşan biparêze û tedbîrên din bigire. Wek ku mirov çalakiyên li derve nexasim di dema berbangê de neke. Li ber rez û çolê ranekeve an jî ser bedena xwe bigire,  biparêze – gore û cilên dirêj bi kar bîne – dermanên mêşan bi kar bîne.

Di dawiya semînerê de biroşor li ser nexweşiyê û rêbazên parastinê li beşdaran hatin belavkirin.

(mh)

ANHA