‘Têkoşîna me heta azadiya Rêber Ocalan dê berdewam be’

Jinan ji pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku heta azadiya wî ya fîzîkî bi dest bikeve, ew ê têkoşînê bidomînin.

‘Têkoşîna me heta azadiya Rêber Ocalan dê berdewam be’
28 hezîran 2024   02:35
DÊRAZORÊ

Li hember siyasetên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ên desthilata Tirk û qedexekirina hevdîtinê bi malbat û parêzeran re, hêrsa gelê herêma Baku û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya herêma El Basîra ya kantona Dêrazorê Hala El Elî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike, şermezar kirin. Halayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van siyasetên xwe mirovahiyê û peymanên navneteweyî binpê dike.

Endama meclisê Muradî El Ehmed jî sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û bang kir ku Rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan û got: "Jin dê li qadên azadiyê bin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin."

Xewle Walî jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û parvenekirina agahiyan li ser rewşa wî, şermezar kir û got: "Heta dawiyê em bi Rêber Abdullah Ocalan re ne."

Hemrîn Elî jî bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker û got: "Wisa difikire ku dikare rê li pêşiya belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan bigire. Ev raman, azadiya gelên bindest rave dike."

Necwa El Ebasî jî bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ya li hember tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got heta dawiyê dê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

(şx)

ANHA

dirbêsiyê