Ji pisporan şîretên ji bo serederiya li germahiya zêde

Pispor ji cotkaran re pêşniyar dikin ku di çandiniyê de perspektîfên zanistî bi kar binîn da ku bikarin bandorên germahî û sermaya zêde kêm bikin.

Ji pisporan şîretên ji bo serederiya li germahiya zêde
27 hezîran 2024   07:35
REQA
ENES MIHEMED

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev çend roj e germahî gelekî zêde bûye û li hin herêman 40 derece derbas dike. 

Pisporan hişyarî dan ku kes rasterast li ber tavê nemeşe. Her wiha ji cotkaran re hin perspektîfên têkildarî çandiniyê pêşniyar kirin.

Endezyarê çandiniyê Mehmûd El Misrî hişyarî da ku danê nîvro, zeviyan av nedin û got: "Dema av ji boriyan derdikeve, pir germ dibe û hin caran dikele. Ev av ji bo riwekan ne baş e. Her wiha nexweşiyan jî belav dike.”

El Misrî diyar kir ku nabe pelên hin daran, mîna tirî, bên jêkirin û got: "Pel di vê germahiyê de ji bo daran sîwanekê çêdikin. Qutkirin an jêkirina wan dihêle tîrêjên rojê rasterast bigihêjin gupikên tirî û hişk bikin."

El Misrî der barê bikaranîna semadê de jî hin şîret parve kirin û diyar kir ku di vê demê de ‘Potas’ semadê herî guncaw e ku riwekan ji germahiyê û sermayê dibarêze û bang li cotaran kir ku kalsiyomê jî bireşînin, ji ber ku şaneyan qewîn dike û hêza wê ya sekna li hember pêlên germa û sermayê xurttir dike.

Têkildarî metirsiyên bikaranîna semadên din jî El Misrî got: "Di vê demê de mirov nikare semadê yorya yan jî zibil li axa şorbûna wê zêde ye, bireşîne yan jî daran û riwekan bi ava bîran av bide. Ji ber ku rêjeya xwêya potasyum û magnezyum tê de zêde ye. Dema av sibe hilm dibe, li ser rûyê axê tebeqeyeke şor dimîne."

El Misrî ev li gotinên xwe zêde kir: "Rêjeya germahiyê di semadê Yorya û gubreya mirîşkan de zêde ye, loma dive di vê germahiyê de neyê bikaranîn. Tenê em dikarin zivistanê bi kar bînin."

Di dawiyê de El Misrî bang li aliyên têkildar kir ku divê aliyên têkildar rewşa hewa bi berfirehî binirxînin da ku rêjeya şiliyê, pileyên germahiyê, leza bayê bên zanîn û cotkar bizanin kengî semadê bireşînin û got: "Ev gav, dê rê li pêşiya gelek bandorên neyînî û ziraran bigire."

(şx)

ANHA