Ji Desteya Aborî biryarên girîng

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîneke li dar xist. Di civînê de ji bo pêşxistina saktorên pîşesazî û çandiniyê biryarên girîng hatin dayîn.

Ji Desteya Aborî biryarên girîng
25 hezîran, 2024   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek li dar xist. Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçber û hevserokên desteyên aborî yên 7 kantonan (Cizîrê, Firat, Tebq, Reqa, Dêrazor, Minbic, Efrîn-Şehba) beşdarî civînê bûn.

Li gorî malpera fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di civînê de binesaziya aborî, rewşa rêxistinî, asta şopandina karên pêşesazî û aborî hatin nirxandin.

Di civînê de raporên mehane yên desteyên aborî yên 7 kantonan, astengiyên li pêşiya karên wan û plansaziyên bi armanca pêşxistina aborî, başkirina nan û dabînkirina mazotê hatin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de ev biryar hatin girtin:

1- Pêşxistina beşa mal û milkan (Eqar).

2-Avakirina navendên lêkolînên zanistî yên girêdayî çandiniyê.  Dabînkirina pêwîstiyên avdana nûjen. Ji bo pêşxistina berhemdayîna çandiniy jî xebat were meşandin û planeke xurt were dayîn.

3-Tevahî beşên civakê beşdarî dayîna biryarên derbarê çandiniyê de were kirin.

4-Tekezî li ser rola komîteya gumrikê têkildarî qanûnên taybet bi bazirganiya derve re were kirin.

5- Divê tevahî kargeh ruxsetê werbigirin.

6-Pêşxistina aşan û ji bo pêşxistina mekanîzmeya çêkirina nan a ku Desteya Aborî û Desteya Çandiniyê li ser wê li hev kirine, xebat were kirin. Nabe aş genimên bi pileya 3 û 4’an beriya paqijkirinê werbigirin.

7-Xurtkirina rola komîteyên şopandina firinan. Avakirina zabîteyên zimhêrê yên taybet bi firanan.

8-Divê desteyên aborî parên ard li gorî hejmara niştecihên herêmê li firinan belav bikin.

9-Biryara Meclisa Rêveber a ku aşan bi Desteya Aborî ve girêdide, were aktîvkirin.

10-Komîte werin avakirin da ku mercên durist ên firanan, mijarên girêdayî vekirina firinan û kişandina ruxsetan ji nû ve binirxîne.

ANHA