Deriyê Ebû Zindên hat vekirin

Çavkaniyên xwecih ên ji herêmên Sûriyeyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatine dagirkirin anî ziman ku deriyê Ebû Zindên ê di navbera herêmên bin kontrola hikumeta Şamê û herêmên dewleta Tirk dagir kirine de îro hat vekirin û yekemîn erebe derbas bûn. Lê şêniyên wan herêman ew yek red kir.

Deriyê Ebû Zindên hat vekirin
27 hezîran 2024   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku îro deriyê Ebû Zindên ê di navbera herêmên bin kontrola hikumeta Şamê û herêmên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine de hat vekirin û yekemîn erebe derbas bûn. Ew derî li gundewarê rojhilatê Helebê ye ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.

Piştî çend saet ji vekirina derî erebe derbas bûn. Ev yek piştî lihevkirinên di navbera hêzên Rûsyayê û dewleta Tirk a dagirker li herêmê de li ser vekirina deriyan bi herêmên hikumeta Şamê re pêk hat.

Di vê çarçoveyê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku xelkê bajarê Babê li nêzî Çerxerêya Helebê konê proptestokirinê vekirine ku erebe di deriyê Ebû Zindên re derbas nebin. Dewriyeyên ˊPolîsên Leşkerî û Sivîlˊ ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker kon rakir û şênî derkirin. Li kêlek wê jî belavbûneke ewlehî ya zêde heye ku rê li pêş tevger û komên şêniyên ên astengkirina xebata deriyê bigirin.