Washington û Moskovê ji bo çûyîna Lubnanê hişyarî da welatiyên xwe

Bi berdewama şerê di navbera Îsraîlê û Hizbullaha Lubnanê de, hin dewletan ji nav wan DYA û Rûsya, welatiyên xwe ji bo çûyîna Lubnanê hişyar kir.

Washington û Moskovê ji bo çûyîna Lubnanê hişyarî da welatiyên xwe
27 hezîran, 2024   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî gurbûna şerê di navbera Îsraîl û Hizbullah de, balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Beyrûtê welatiyên xwe ji bo çûyîna Lubnanê hişyar kir.

Her wiha Rûsyayê jî careke din welatiyên xwe bo çûyîna Lubnanê, hişyar kir.

Dezgehên nûçeyan ên Lubnanê da zanîn ku wezareta karên derve ya Holandayê ji welatiyên xwe xwest ku ji Lubnanê derkevin, ew jî ji ber metirsiya şerê li ser sînorê Îsraîlê.

Di dema dawîn de gelek dewletên herêmî û yên Ewropayê ragihandibûn ku ew dixwazin ji ber rewşa şerê di navbera Îsraîl û Hizbullah de, welatiyên xwe ji Lubnanê derxin.

Wezareta karên derve ya Makedonyaya Bakur roja yekşema borî bang li welatiyên xwe kir ku ji Lubnanê derkevin.

Kanadayê jî sêşema borî bang li welatiyên xwe yên li Lubnanê kir ku jê derkevin.

Di hefteya dawîn de şerê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de gurtir bû, metirsiyên rûdana şerekî giştî jî zêdetir bûn.

(mh)