Li Tebqayê saetên kehrebeyê têne danîn
Desteya Enerjiyê ya Tebqayê ji bo rê li pêşiya xerckirina zêde ya kehrebeyê bigire, saetên kehrebeyê bi cih dike.
Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê ji bo ku barê li ser tora kehrebeyê sivik bike û saetên dayîna kehrebeyê zêdetir bike, saetên kehrebeyê bi cih dike.
Piştî ku ev proje li bajarokê Cirniye bi ser ket, desteyê ji 10`ê Hezîranê ve dest bi bicihkirina saetan kiriye.
Saet li gorî pergaleke diyar dixebitin; pere pêşîn tên dayîn û rêjeya xerckirinê ji bo her malekê wek 400 kîlowat hatiye diyarkirin.
Li gorî hevserokê Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê Macid El Ebdo armanca wan a sereke ji vê projeyê, dayîna saetên kehrebeyê zêde bikin ku rojane bibe 13 saet, rê li pêşiya xerckirina zêde ya kehrebeyê bigirin û barê li ser torê sivik bikin.
Li gorî plansaziya desteyê, piştî bidawîkirna xebatên bicihkirina saetan li bajêr, dê saetên kehrebeyê li bajarê Mensûra û bajarokê El Mehmûdlî bên bicihkirin.
(şx)
ANHA