Salvegera YRJˊê hat pîrozkirin

Di 4`emîn salvegera YRJ`ê de, berdevka YRJ`ê destnîşan kir ku ew ê ji bo derxistina deng û rengê Şoreşa Jin her li ser soza xwe bin.

Salvegera YRJˊê hat pîrozkirin
Salvegera YRJˊê hat pîrozkirin
Salvegera YRJˊê hat pîrozkirin
Salvegera YRJˊê hat pîrozkirin
Salvegera YRJˊê hat pîrozkirin
Salvegera YRJˊê hat pîrozkirin
27 hezîran 2024   19:26
QAMIŞLO

Bi hatina 4`emîn salvegera Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) (28`ê Hezîranê) û bi amadebûna bi dehan rojnamevanên jin ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya ragihandinê ya li bajarê Qamişlo şahiyek hat lidarxistin. 

Hola ku lê şahî hate orgenîzekirin wêneyên rojnamevanên jin ên şehîd ji tevgera azadiyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) hatibûn daliqandin.

Piştî deqeya rêzgirtinê û pêşandana senvîzyona der barê pênasekirina YRJ`ê de, berdevka Yekitiya Ragihandina Jin YRJ`ê Arîn Siwêd axivî û di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên çapemeniyê di serî de rojnamevan Şevîn Bîngol bi bîr anî û diyar kir ku bi avakirina çapemeniya Kurdî heta niha 100 şehîdên rojnamevan li Kurdistanê û 28 şehîd li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira derxistina heqîqetê û gihandina dengê şoreşê de şehîd bûne.

Arîn Siwêd da zanîn ku rojnamevanên jin bi pênûseke azad û bi sekina xwe ya li hemberî êrişên dagirkerî û desthildariyê xebateke pîroz didin meşandin û wiha pê de çû: “Her dem em ê deng û rengê Şoreşa Jin derxin. Di oxira vê rêyê de em ê her li ser soza xwe bin.”

Di şahiyê de televîzyona El Yewm peyama pîrozbahiyê şand û tabloyek weke diyarî pêşkêşî Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) kir.

Şahî bi govendê bi dawî bû.

(sb)

ANHA