Siûdî li ser metirsiya êrişan, welatiyan xwe hişyar kirin

Erebistana Siûdî li ser metirsiya êrişên li ser Riyadê bang li welatiyan kir ku li hemberî êrişên esmanî yên dijmin de hişyar kirin.

Siûdî li ser metirsiya êrişan, welatiyan xwe hişyar kirin
19 îlon, 2026   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl ya Erebistana Siûdî, bi daxuyaniyekê ragihand ku metirsiya gefên esmanî li ser bajarê Riyad û hinek navçeyên din ên welat heye, lewma bang li welatiyên xwe kir ku li hemberî êrişên esmanî yên dijmin hişyar bin.

Hate destnîşankirin ku daxwaz ji welatiyan dikin ku ji cihên ketina bermayiyên mûşek û dronan dûr bikevin û dest nedin ti tiştekî xerîb û nenas.

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî berdevkê leşkerî yê Hûsiyan ragihandibû ku wan êrişeke berfireh biriye ser baregeha leşkerî li navçeya Şerûre ya li başûrê Erebistana Siûdî û depoyên çekan û odeyên fermandariyê kirine armanc.