Pirsgirêka mazotê didome, gel jî daxwaza çareseriyê dike

Çalakî û xwepêşandanên li dijî bihabûna sotemeniyê berdewam dikin, gel dibêje mazot biha ye û daxwaza çareseriyê dike.

Pirsgirêka mazotê didome, gel jî daxwaza çareseriyê dike
Pirsgirêka mazotê didome, gel jî daxwaza çareseriyê dike
Pirsgirêka mazotê didome, gel jî daxwaza çareseriyê dike
Pirsgirêka mazotê didome, gel jî daxwaza çareseriyê dike
Pirsgirêka mazotê didome, gel jî daxwaza çareseriyê dike
19 îlon, 2026   15:34
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê li qada El Selam îro jî ji bo bihabûna mazotê xwepêşandan organîze kir.

Komîteya Diyarkirina Bihabûna Petrolê 13`ê Îlonê 2026`an sotemenî biha kiribû, gel jî li beramberî vê biryarê bi rêya çalakiyan helwestê xwe diyar dike.

Di xwepêşandanê de Mehmûd Iyada bi navê xwepêşandêran axivî û got: "Ev bûye 10 roj gel li qada El Selam xwepêşandan bi rêxistin dike. Xwepêşandêran hevdîtin bi parêzgarê Hesekê û cîgirê wî re kir û soz dan ku di hefteyekê de pirsgirêka elektirîke çareser bikin û şert û mercên jiyanê baş bikin. Pirsgirêka elektirîkê, nan û avê nayê çareserkirin û pereyên nû jî li bazarê nayê peydakirin. Heyanî kengî em ê êş bikişînin?"

Her wiha Mihemed Mihemed jî got: "Bila Wezîrê Enerjiyê dakeve kolanan û rewşa gel bibîne, em êdî nema dikarin debara jiyana xwe bikin."

Li gorî agahiyên ANHA`yê ji xwediyên benzînxane û ajokerên Hesekê wergirtî hîna ew biryara ji bo mazotê erzan bikin, neketiye meriyetê de.

(np)

ANHA