Sîstemên enerjiya rojê li cotkaran hatin belavkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, dest bi belavkirina sîstemên enerjiya rojê li cotkarên kantonê kir. Komîteya Çandinî û Sewalkariyê diyar kir ku ev gav di çarçoveya planên piştgiriya sektora çandiniyê û pêşxistina karanîna enerjiya paqij de pêktê.

Sîstemên enerjiya rojê li cotkaran hatin belavkirin
Sîstemên enerjiya rojê li cotkaran hatin belavkirin
Sîstemên enerjiya rojê li cotkaran hatin belavkirin
Sîstemên enerjiya rojê li cotkaran hatin belavkirin
Sîstemên enerjiya rojê li cotkaran hatin belavkirin
Sîstemên enerjiya rojê li cotkaran hatin belavkirin
13 cotmeh, 2025   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ragihand ku wan dest bi belavkirina sîstemên enerjiya rojê li cotkaran kir.

Komîteya Çandinî û Sewalkariyê ya kantona Cizîrê bang li cotkaran kir ku ji bo temamkirina kar û barên qanûnî serdana komîteyên çandiniyê yên têkildar bikin.

Komîteya Çandiniyê diyar kir ku ev proje beşeke plana wan a piştgiriya sektora çandiniyê û pêşxistina karanîna enerjiya paqij e.

(k)