Ajansa me Şehîd Saad Ehmed bi bîr anî

Ajansa me ANHA’yê bi beşdarbûna endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê, şehîdê çapemeniya azad Seed Ehmed ku 6 sal berê di êrişa dewleta Tirk a li dijî Serêkaniyê de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Ajansa me Şehîd Saad Ehmed bi bîr anî
Ajansa me Şehîd Saad Ehmed bi bîr anî
Ajansa me Şehîd Saad Ehmed bi bîr anî
Ajansa me Şehîd Saad Ehmed bi bîr anî
Ajansa me Şehîd Saad Ehmed bi bîr anî
Ajansa me Şehîd Saad Ehmed bi bîr anî
Ajansa me Şehîd Saad Ehmed bi bîr anî
Ajansa me Şehîd Saad Ehmed bi bîr anî
Ajansa me Şehîd Saad Ehmed bi bîr anî
13 cotmeh, 2025   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera şehadeta nûçegihanê me Seed Ehmed e. Şehîd Seed di 13’ê Cotmeha 2019’an de dema bi karwanê sivîlan re derbasî bajarê Serêkaniyê dibû, di êrişa balafirên dewleta Tirk de şehîd bû. 

Ajansa me, Buroya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê û endamên saziyên civaka sivîl şehîd Seed li ser gora wî ya li Til Temirê bi bîr anî.

Di merasîma bîranînê de rojnamevan û yek ji damezirînerên ANHA’yê Dilyar Cizîrî axivî û got: “Em îro di hizûra endamê çepemeniya azad şehîd Seed Ehmed de ne. Em têkoşîn û fedekariya wî bi bîr tînin. Şehîd Seed nimûneya xebatkarên çapemeniyê ya bi disîplîn û fedakariyê bû. Tevî hemû zehmetî û metirsiyan jî di meydanên qehremaniyê de bû dengê heqîqetê. Baweriya wî bi wê hebû ku erka çapemeniyê xizmeta heqîqet û parastina mirovahiyê ye.”

Cizîrî behsa tekoşîn û qurbaniyên ajansa me kir û bi bîr xist ku tevî Seed 6 şehîdên ajansa ANHA’yê canê xwe feda kiriye û got: “Ji dema hatiye damezirandin ve ANHA’yê di oxira heqîqetê de 6 şehîdên xwe  çêbûne. 3 ji wan (Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz) di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne. Seed Ehmed, Îsam Ebdela û Cîhan Bîlgîn bi êrişên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne.”

Paşê bavê şehîd Seed Mihemed Seyîd Ehmed axivî û got şehîd Seed ji hemû hevalên xwe û bi taybet hevalên xwe yên çapemeniyê hez dikir û got: “Çek ranedikir, lê kamera û pênûs di dest de bûn. Komkujî û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê belge dikirin. Lewma êrişî wan kirin.”

Mihemed Seyîd Ehmed, da zanîn ku şehadeta Seed têkoşîna wî bi dawî nekiriye û wiha dom kir: “Niha hevalên wî rêya wî dişopînin. Kombûna me îro hêviyên me nû dike. Hîn peyama şehîd Seed zindî ye. Xwîna wî di valatiyê de namîne. Lê belê dê bibe jêdera hêza me ya pêşxistina çepemeniya azad.”

Di dawiya merasîma bîranînê de beşdaran tacegul danî ser gora şehîd Seed û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê dubare kir.

Seed Ehmed li gundê Bab El Xêrê yê Til Temirê ya kantona Cizîrê di 20’ê Cotmeha sala 2000’î de ji dayîk bûye. Navê apê wî ku di sala 1997’an de di nava Tevgera Azadiyê de şehîd bû, lê hate kirin.

Seed Ehmed ji zarokatiya xwe ve bi bêdengiya xwe dihat naskirin. Bi destpêka şoreşa Rojava re cihê xwe di nava şoreşê de girt.

Di sala 2015’an de tevî malbata xwe ji gund hat bajarê Til Temirê û li wir bi cih bû. Ji wir têkoşîna wî ya di nava çapemeniya azad de dest pê kir. Xwest tev li YPG’ê bibe, lê ji ber temenê wî biçûk bû, nehat qebûlkirin. Ji ber wê berê xwe da xebatên ragihandinê û cihê xwe di nava xebatên ajansa me (ANHA) de girt.

Di şerên herî diwajr ên li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe girt û kêliyên herî giring ên şoreşê belge kirin. Hovîtiya çeteyan bi dîmen, nivîs û wêneyan belge dikir û bi raya giştî ya herêmê û cîhanê re parve dikir.

Seed dema temenî wî bû yê leşkeriyê, berê xwe da Erka Xweparastinê û erka xwe pêk anî. Piştî erka xwe ya parastinê bi dawî kir, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kir. Seed bêyî dudilî berê xwe da qada berxwedanê.

Bi kamera û pênûsa xwe careke din dest bi belgekirina kêliyên şoreşê kir. Di 13’ê Cotmeha sala 2019’an de şehîd Seed bi karwanê sivîlan re berê xwe da bajarê Serêkaniyê. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov karwanê sivîlan bombebaran kir. Di encamê de tevî Seed û nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Reşo, hejmarek welatiyên sivîl şehîd bûn.

Bi hezaran welatiyên herêmê di roja 14’ê Cotmehê de cenazeyê şehîd Seed li Pakrewangeha Şehîdan a Til Temirê spart axê.

(dc)

ANHA