Mazlûm Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye

Mazlûm Ebdî diyar kir ku dosyaya herêmên dagirkirî û vegera koçberan rojeva esasî ya di dan û standinên wan de ne.

Mazlûm Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
13 cotmeh, 2025   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî duh (12 Cotmeh) bi şaneyek Komîteya Koçberên a Serêkaniyê re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de rewşa koçberên li kampan û navendên bicihbûnê û girîngiya bicihanîna pêdiviyên wan ên sereke hatin nîqaşkirin.  Her wiha girîngiya piştgiriya hewldanên birêxistinkirina vegera ewle ya bi garantiyên qanûnî ya koçberan li herêmên wan ên resen hat vegotin.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku vegera koçberan a li warên wan yek ji armancên pêşîn ên siyasetên QSD’ê ye.  

Mazlûm Ebdî bal kişand ser peymana 10’ê Adarê û bi bîr xist ku yek ji bendên peymanê vegera ewle ya koçberan e.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku divê ev bend bi awayekî aktîf were pêkanîn û  got: "Mafê vegerê nayê jidestdayîn. Em ê xebata siyasî û meydanî bidomînin ta vegera ewle û bi rûmet ya tevahî şêniyan bo herêmên xwe yên resen were mîsogerkirin."

Mazlûm Ebdî anî ziman ku Serêkaniyê jî di nav de, dosyaya herêmên dagirkirî rojeveke sereke ya hevdîtinên û dan û standinên pêş li der barê siberoja Sûriyeyê de ye.

Ebdî got, fermandariya QSD’ê ji bo dîtina çareseriyeke giştî û mayînde ji dosyaya koçberan re bi aliyên herêmî û navnteweyî re dixebite.

Mazlûm Ebdî bi domdarî got: "Vegera koçberan dê bi awayekî rêxistinkirî be. Ne bi awayekî ferdî û an jî bê serûber be. Veger dê bi garantiyên aliyên xwecih û rêxistinên navneteweyî be, da ku senaryoyên berê bi serê sivîlan ve hatine, dûbare nebin."

Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku pêdiviya vegera koçberan bi demê re heye ta astengiyên siyasî, ewlehî û îdarî werin çareserkirin û anî ziman ku ji bo dîtina çareseriyekê ku rê li ber vegera bi rêxistinkirî û ewle veke, xebat dewam dikin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê got QSD’ê pêşniyar û nêrînên zelal pêşkêşî Şamê kir û jê xwest ku bi cidiyet û bi berpirsyarî nêzî dosyayên koçberên ji hemû deverên Sûriyeyê bibe.

Mazlûm Ebdî anî ziman ku domandina xebatên hemahengî û entegeryî saziyên leşkerî, ewlehî û rêveberî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava hikumeta veguhêz de dê bandorek erênî li dosyaya koçberan û siberoja herêmên dagirkirî bike.

(bb)

ANHA