Şîrovekarekî siyasî: Bi şerê Îranê re hem firset hem jî rîsk ji bo Kurdan peyda bûye

Şîrovekarekî siyasî yê Kurd diyar kir bi zêdebûna şerê li dijî Îranê re û guhertina hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn, Kurd qonaxek hestiyar dijî. Ji bo Kurdan hem rîsk hem jî firset hene.

Şîrovekarekî siyasî: Bi şerê Îranê re hem firset hem jî rîsk ji bo Kurdan peyda bûye
9 adar, 2026   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî destpêkirina êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) û Îsraîlê li ser Îranê, li herêma Rojhilata Navîn geşedanên bilez pêk tên. Di nava geşedanan de dîsa mijara siberoja gelê Kurd ketiye rojevê.

Der barê mijarê de şîrovekarê siyasî yê Kurd Mesûd Ebdulxaliq ji ajansa me re axivî. Ebdulxaliq got "Rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn li gorî tiştê ku Benjamin Netanyahu berê behs kiribû pêk tê, wî behsa guhertina rûyê herêmê kiribû, ne guhertina sînorên wê, anku ji nû ve şekildana hevsengiya hêzê li herêmê. Ev yek ji Kurdan hewce dike ku pîvanên vê stratejiyê fam bikin."

Ebdulxaliq ev li gotinên xwe zêde kir "prensîbên giştî ji bo şiklê siberojê yê Rojhilata Navîn wiha ye û şerê niha yê bi Îranê re di dawiyê de xizmeta Kurdan nake, lê ew dikarin jê sûd werbigirin."

Di berdewama axaftina xwe de Ebdulxaliq destnîşan kir ku heke rêberên Kurd qonaxa heyî baş bi rê ve bibin, dibe ku derfet hebin û got, "Heke rêberên Kurd bi aqilmendî tev bigerin, ev rewş dikarin bibin derfetek. Lê belê, beşdariya Kurdan di nava şer de di vê qonaxê de ne di berjewendiya wan de ye. Me di Şerê Îran-Iraqê de dît çawa Kurdan bi awayê Enfal û êrişên kîmyewî bedelên giran dan. Ji ber vê yekê, divê em li bendê bin, lê ne bi pasîfî, berevajî vê, divê em ji bo siberojê amade bin."

Der barê rola Tirkiyeyê û bandora wê de, Ebdulxaliq anî ziman ku "Hebûna Tirkiyeyê wekî hêzek herêmî tê vê wateyê ku ew ê bi hêsanî derfetek nede Kurdan. Ez hêvî dikim ku senaryoyên ku li Herêma Kurdistana Iraqê qewimîn li Kurdistana Îranê jî dubare nebin. Tirkiye rewşê ji nêz ve dişopîne. Ger rejîma Îranê hilweşe û aliyên Kurdî dest bi tevgerê bikin, dibe ku Tirkiye ji bo rewakirina destwerdana xwe ji bo şerê navxweyî yê Kurdan zextê bike. Ji ber vê yekê, ez pir ne geşbîn im."

Ebdulxaliq wiha berdewam kir, "Ez her wiha bawer dikim ku rejîma alternatîf a li Îranê dê bi Tirkiye û hevalbendê xwe yên herêmî, wekî Sûriye û Erebistana Siûdî, re hevrêziyê bike da ku li dijî Kurdan hevpeymaniyek ava bike, û ev yek fikarên li ser siberojê zêde dike."

Ebdulxaliq diyar kir ku divê rêberên Kurd berî her tevgerkê garantiyên zelal bixwazin, û got, "Divê rêberên Kurd di berdêla beşdarbûna xwe ya her tevgereke li dijî rejîma Îranê de nexşerêyek zelal û garantîkirî bixwazin. Divê ew pêşî ji bo sererastkirina siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Kurdistana Sûriyeyê zextê bikin, û bersiva ji bo Trump divê ev be: 'Tiştê ku we li Rojava kir rast bike, û dûvre em dikarin li ser her rêkeftinekê biaxivin."

Ebdulxaliq destnîşan kir ku vebijêrka çêtirîn dibe ku "danûstandin bi hikûmeta Îranê re be, wekî ku di dema desthilatdariya Beşar Esed de li Sûriyeyê qewimî, anku deverên Kurdî ji hêla hêzên Kurdî ve werin birêvebirin, û hêzên Îranî vekişin deverên din."

Şîrovekar Ebdulxaliq destnîşan kir ku hilweşandina rejîma Îranê ne hêsan e, heta ku DYAˊyê û Îsraîl bejahî têkevin Îranê, tê pêşbînkirin kir ku "senaryoyek mîna Şerê Viyetnamê dê dubare bibe."

Ebdulxaliq her wiha got, "Eger biryareke navneteweyî ji bo hilweşandina rejîma Îranê hebe, divê rêberên Kurd xwe ji bo wê amade bikin, lê lezê nekin, da ku zirarên mezin nedin gelê Kurd."

Ebdulxaliq di dawiyê de banga xurtkirina yekîtiya Kurdan, bi taybetî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kir û got: "Em hewceyî yekîtî û aqilmendiyê ne, û odeyeke operasyonên siyasî ava bikin ku rewşenbîr û rêberên Kurd bîne cem hev da ku biryarên stratejîk bidin. Her wiha divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî di vê qonaxa dîrokî de rolek bilîze da ku siberoja Kurdan û rola wan li Rojhilata Navîn diyar bike."

(k)

ANHA