Çalakvan Insaf Silêtîn: Di destûrê Sûriyeyê de qanûnên parastina jin nîn in

Çalakvana Sûriyeyî Insaf Silêtîn anî ziman ku li Sûriyeyê jin her tim dibe qurbana şer, di siyasetê de cih nadin jinan û di destûrê Sûriyeyê de qanûnên parastina jinan nînin.

Çalakvan Insaf Silêtîn: Di destûrê Sûriyeyê de qanûnên parastina jin nîn in
9 adar, 2026   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Rojnamevan û çalakvana sûriyeyî Insaf Silêtîn li ser rewşa jinan li Sûriyeyî ji ajansa me re axivî û got:"Li Sûriyeyê jin di encama şer de gelek bedelên mezin dide û bi taybet sîstema parastin û edaletê li Sûriyeyê hilweşiyaye. "

Insaf Silêtîn di destpêka axaftina xwe de got k: "Îsal 8`ê Adarê di rewşeke ku li giştî herêmê şerekî dijwar heye de, tê pîrozkirin. Ev şer ne tenê bi qadên şer sînordar e. Civakbûyîn û ewlehiya herêmê tehdîd dike û ziyanên mezin dide jinan. Di şeran de jin ne tenê dibin qurban, di hemû rewşan de hedef têne girtin. Jin di şeran de têne kuştin, koçber dibin û tundî zêde li wan tê kirin. Her wiha jin barê rûxandina rewşa civakî û aborî radikin û mekanîzmeyên parastina jinan nehatine dayîn. "

Rojnamevan Insaf Silêtîn komkujiyên li peravê bi bîr anî û wiha dom da axaftina xwe: "Roja 8`ê Adarê û salvegera yekem a qirkirina etnîkî ya li peravê Sûriyeyê pêk hatin, di heman demê de ne. Em nikarin ew qirkirina hatine kirin ji rewşa jinan a îro dûr binirxînin. Di wê hemleya qirkirina etnîkî ya peravê Sûriyeyê jin hedef hatin girtin. Jin hatin kuştin, revandin û weke kole hatin bikar anîn. Her wiha jinan hevjîn û zarokên xwe wenda kirin û ji warê xwe bûn."

Çalakvana sûriyeyî Insaf anî ziman ku îro li Sûriyeyê nîqaşa li ser mafên jinan tê kirin nabe ku tenê nîqaşeke teorî li ser qanûnan be û wiha berdewam kir: "Nîqaş li ser mafên jinan ên jiyan, rûmet û hebûnê tê kirin û divê tundiya li jinan tê kirin û neparastina wan, werin gotin. Di buyerên nû qewimîn de diyar bû ku di şer û krîzan de destpêkê mafên jinan têne binpêkirin. Di bin navê pêdiviyên ewlehî û aramiyê rêgezên wekheviya navbera jin û mêr de didin aliyekî û maf ne li gorî qanûn têne dayîn, li gorî mentiqê hêzê têne dayîn. Rewşa jinan bi exlaq ve didin girêdan û daxwazên wan ên parastin, parvekirin û edaletê paşguh dikin. "

Insaf Silêtîn got "Li Sûriyeyê ji ber şer û hilweşîna sîstema edaletê jin bûn qurbanên guhertinên siyasî û leşkerî yên li herêmê çêbûn. Di şer de jin dibin qurban, têne kuştin, bi darê zorê koçber dibin, xizanî li ser wan tê ferzkirin, kesek xwedî li wan dernakeve û ewlehî nîn e. Desthilatdar jî li gorî îdeolojiya xwe jinê li hemberî civakê didin bikar anîn. Her wiha desthilatdar jinan ji bo berjwendiyên xwe didin bikaranîn. Dozên jinan carne weke aracekî di muzakereyên siyasî de didin bikaranîn, desthilatdar dixwazin xwe baş diyar bikin û mîna mafên jinan diparêzin peyaman didin hêzên derve. "

Têkildarî rewşa jinên li Siwêda û peravê Insaf Silêtîn wiha got: "Li perava Sûriyeyê jinan di hemleya qirkirina etnîkî de gelek ziyan dîtin. Hevjîn û zarokên wan hatin kuştin, ew revandin û firotin. Ji bo vê komkujiyê kesek nehat lêpirsînkirin û hesab ji kesî nehat xwestin. Tenê jin li hemberî van kiryarên derdikevin. Saziyên dewletê gelek caran li hemberî daxwaza jinan a hesabpirsînê bêdeng dimînin, an jî înkar dikin û wan ditirsînin ku doz ranekin û bêdeng bimînin. Lê belê li Siwêda jin hêzeke sivîl a çalak in. Di bûyerên Tîrmehê sala 2025`an de li Siwêda qewimîn weke kuştin, revandin û kiryarên hatine kirin, rewşa jinan eşkere kir û diyar bû ku aliyê siyasî, huqûqî û di destûr de parastina jinan nehatiye garantî kirin. Li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zagonên wekheviya di navbera jin û mêr de hene û jin tevlî hemû qadan dibin, lê belê di şer, dorpêçkirin û parçebuyîna siyasî de jinên Kurd hatin kuştin û bi cenazeyên wan leyîstin. Ev rewşa jinan li peravê, Siwêda, Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan dike ku li Sûriyeyê tûndî li jinan tê kirin, mafên jinan di destê deshilatdaran de ne. Her wiha mafên jinan ên azadiya kar, tevgerkirinê û yên kesayetî li gorî rêveber û rewşa ewlehiyê dikarin jê bistînin. Jin li Sûriyeyê ji aliyê siyasî ve têne paşguhkirin, înkarkirin, tundî li wan tê kirin û wê weke hemwelatî nabînin. "

Rojnamevan Insaf di berdewama axavtina xwe de wiha got:" Di siyasetê û navendên biryarê de cih nadin jin, tenê sembolîk çend kes hene. Mînak tenê yek jin cihê xwe di wezaretê de bigirê nayê wateya ku dikare bibe navenda biryarê. Eger wê di siyasetê de cih bidin jin divê şêweyê danîna jin di wezaretê de û cihê wê di sîstema desthiladariyê were guhertin. Jin bikarbin bandor li ser polîtîkayên giştî yên dewletê bikin û serxwebûna saziyên jin hebe. Li Sûriyeyê tiştekî wisa nîne. Jin ji aliyê wan ve têne hilbijartin û tayîn kirin, kota û garantiyên destûrî û qanûnî yên zelal nîn in. Di Meclisa Gel a Sûriyeyê de nûnerên jin tine ne û cih nedane jinê. Di hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê de ji sedî 14 jin tevlî hilbijartinan bûn û ji sedî 4 derfet nebû ku jin biserbikev in. Li Sûriyeyê destûr nadin ku jin cihê xwe di siyasetê de bigirin yan jî bibin navenda biryarê. Destûr nadin ku jin kitleyên xwe yên siyasî yên serbixwe ava bikin."

Rojnamevan Insaf Silêtîn derxistina qanûnên ku jinên sûriyeyî ji mafên wê mehrûm dike nixandin û wiha got:"Qanûnên vê dawiyê ji bo jinan derxistin û wê ji mafên wê yên dayîktiyê mehrûm dikin, didin diyarkirin ku jin weke hemwelatî nayê dîtin. Ev qanûn li dijî qanûnên parastina zarokan e û ji wekheviyê dûr in. Mafên dayîkan hene ku zarokên wan ên negihîştine temenê ciwaniyê li gel wan bimînin û wan xwedî bikin. Eger dayîk ji xwedîkirina zarokên xwe werin mehrûm kirin ev yek ne qanûnî ye."

Rojnamevan û çalakvana siyasî Insaf Silêtîn di dawiyê de wiha got:" Têkildarî karê jinan biryarên ku rêveberî digirê ne rêxistinî ne. Bi rêya dûrxistina jinan ji kar dixwazin zextê li civakê bikin. Li saziyan li gorî hişmendiya mêr polîtîka li ser jinan tê kirin. Di bin navê exlaq de pîvanan ji karê jinan re diyar dikin. Biryarên derxistina jin ji kar, ew ji mûçeyên wan mehrûm kirin û destwerdana li şeklê jinan kirin, diyar dike ku ji kar fêm nakin û zextê li civakê dikin. Ev polîtîkayên li Sûriyeyê têne meşandin jinan paşguh dikin û ji avakirina dewleteke qanûnî dûr in. "

ANHA