Kurd îro mizgîniyê didin Mihemed Şêxo

Dengekî zelal û bihesret ji nava dilê Kurdistanê bilind dibe û dibêje “Yarek min heye, bi navê jîn e, tor û nazenîn ji min bi kîn e, qelenê giran ne bi zêr û dirav, ji min dixwaze tim jîn û xwîn e. Ma ez çi bêjim ku ez razî kim, li çar birê xwe ez ê gazî kim”. Hunermedê mezin Mihemed Şêxo bi van ristan bang li Kurdan kiribû, îro li ber serê gora wî ciwanên Kurd sînoran dişikînin û mizgîniya yekitiyê didin hunermendê neteweyî.

Kurd îro mizgîniyê didin Mihemed Şêxo
9 adar, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li gundê Xaçokê yê Qamişloyê ji dayik bûye. Wekî tevahiya zarokên Kurdan ew jî di nava şert û mercên zehmet, hejarî û di bin zilma rejîma Sûriyeyê de jiyaye. Ev zehmetî, êş, zilm û berxwedana li dijî zilmê bi stranan vegotiye û bûye hunermendê neteweyî yê gelê Kurd. Di temenê biçûk de tê gihaştiye ku xelasiya ji hejarî, bindestî û zilmê berxwedan û yekbûna gel e. 

Ji ber wê jî di her straneke xwe de ev yek vegotiye û di nava gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê de bandoreke mezin çêkiriye. Stranên wî yên wekî “Yarek min heye”, “Nalînek tê guhê min”, “Ay lê gulê”, “Yadê”, “Azad e şîrîn”, “Ey felek”, “Pêş kevin” û hwd peyamên xwe gihandine gel.

Mihemed Şêxo di strana xwe ya “Nalînek” de şerê dagirker û mêtingerên li ser Kurdistanê, bi zimanê Kurdistanê wiha bang dike “Nalînek tê guhê min lê winda û nehan e, agir berda dilê min tev bû pêt û dixan e, barek da ser milê min, lê barekî giran e, Kurdistana delal im her kes tê min dixwaze, ev bûye bîst û du sal li ser min cengebazî, Kurdo were min bixwaze belê bi serfîrazî.”

Hestên hunermendê mezin jî bi bişkivîn û herikîna têkoşîna gelê Kurd re diherike û geş bûne, di strana xwe ya bi navê “Yadê” de wiha têkoşîna ciwanên Kurd dike; “Yadê, rebenê, min got Roka me hilatî ji aliyê çiya, şewqê avêtî nav bax û mergan û kaniyan, xortên Kurdan rabin roja we hatiye em herin serê van çiyan, em ê binêrin li van çiçekan sor bûne bi xwîna van kuştiyan, em ê birîndarên xwe dermankin şehîdên xwe veşêrin, em ê sond bixwin bi Qazî Mihemed û Şêx Seîd, heta em bibînin ala rengîn li serê zozanên Kurdistanê.”

Herî dawî Mihemed Şêxo bi strana “Pêş kevin” bi van gotinan mizgîniyê dide Kurdistanê; “Kurdistan êdî menale lawê te hatin, xwendevan û canfedayê axa welat in, ax miletê kurdî.”

Îro 37’emîn salvegera wefata hunermendê mezin Mihemed Şêxo ye. Gora wî li goristana Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ye. Li ber serê wî ciwanên Kurd sînorên ku Kurdistan parçe kirine, dişikînin, dest didin hev û di yek çeperê de li ber xwe didin û mizgîniya yekitiyê didin Mihemed Şêxo.

ANHA