Şîna Huseyîn Aykol di roja 3yan de didome

Şîna mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di roja 3yan de didome. Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyigit û endam û nûnerên komelê û saziyên sivîl hatin cihê şînê.

Şîna Huseyîn Aykol di roja 3yan de didome
4 ÇILE, 2026   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîna ji bo mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatiye danîn di roja 3yan de didome. 

Malbat û hevalên Huseyîn Aykol, kesên têne serdannê pêşvazî dikin. Li cihê şînê lenûskek hatiye vekirin û kesên serdana şînê dikin derbarê Huseyîn Aykol de fikir û hestên xwe dinivisînin. Heta niha gelek kesan serdana şînê kirin. Di roja 3yan de jî serdanên şînê didomin. Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kesan serdana şînê kirin.