42 pakrewan li Dirbêsiyê hatin bibîranîn

42 şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha kanûnê li Dirbêsiyê hatin bibîranîn.

42 pakrewan li Dirbêsiyê hatin bibîranîn
42 pakrewan li Dirbêsiyê hatin bibîranîn
42 pakrewan li Dirbêsiyê hatin bibîranîn
42 pakrewan li Dirbêsiyê hatin bibîranîn
42 pakrewan li Dirbêsiyê hatin bibîranîn
42 pakrewan li Dirbêsiyê hatin bibîranîn
4 ÇILE, 2026   14:38
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdana  bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê merasîma  bîranîna 42 şehîdên meha kanûnê li dar xist. Merasîm li hola Navenda Çand û Hunerê  ya bajarê Dirbêsiyê bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kawa Dêrikê axivî û bal kişand ser rola şehîdan di parastin, azadî û rûmetê de.

Kawa Dêrik di dewama axaftina xwe de anî ziman ku projeya neteweya demokratîk mîsogeriya rasteqîn a jiyana hevbeş e û şehîdan jî bi ked û têkoşîna xwe ev proje jiyanî kir.

Kawa Dêrik di dawiya axaftina xwe de banga şopandina rêya şehîdan kir.

Piştî axaftinan sînevîzyoneke bi wêneyên şehîdan û têkoşîna wan hat pêşandan.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(b)

ANHA