Şikefta Um El Serc: Cihekî dîrokî yê xwezayî ye li benda vedîtinê ye

Li dawiya rêzeçiyayên Kezwanê şikefteke bi navê Şikefta Um El Serc heye, ew yek ji cihên xwezayî yên herî balkêş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Tevî taybetmendiyên xwe yên jîngehî û jeolojîk jî, lê der barê şikeftê de lêkolînên fermî û zanistî nehatine kirin.

12 mijdar, 2025   05:10
HESEKE
EBDULXENÎ EL HAMAN

60 kîlometreyan dûrî bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrî, li rojavayê çiyayên Kezwanê (Ebdul Ezîz), di nav xwezayê de, Şikefta Um El Serc heye, ew nîşaneyek xwezayî ya girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

ŞIKEFTA UM EL SERC

Şikefta Um El Serc li ser kendalekî bilind û kevirî ye, tenê bi rêyên teng û neasfaltkirî mirov dikare bighêje wê. Tê texmînkirin ku kûrahiya wê nêzîkî 50 metre ye û rêgeheke kevirî û asê di hundirê wê de heye. Gelek kun û qulên kevirî û kevanên kevirên kirêcê bi hezarên salan li ber şopa avê çêbûne, di hundir de valahiyek weke odeyekê heye, li wir kaniyeke ava şêrîn seranserî salê diherike.

GIRÎNGIYA DÎROKÎ Û ARKEOLOJÎK

Li dora şikeftê gelek kavil û şûnwarên dîrokê hene, wek Keleha Sekra, ku dîroka wê vedigere serdemên Eyûbî û Memlûkiyan, her wiha bermayên bircên çavdêriyê û li ser kevirên derdorê jî hin neqş û nivîs hene.

Selam El Melûh ku şêniyekî gundê Um El Serc ê nêzîkî şikeftê ye got, navê "Şikefta Um El Serc " pir kevn e û diyar kir ku peyva Serc a Erebî tê wateya (Çira) Jin û mêvan berê diketin şikeftê da ku avê bînin, lê ji ber ku hundirê şikeftê tarî ye, ew hewceyê ronahiyê bûn lewma çira (Serc) bi xwe re dibirin, ji wê demê ve, şikeft wekî bi navê Şikefta Um El Serc tê naskirin.

Li gorî şêniyên herêmê dibêjin, li deriyê şikeftê, nêzîkî 100 gor hene. Ev gor ên koçerên bedewî ne ku ji bo çêrandina pezên xwe gelek caran dihatin herêmê.

DER BARÊ ŞIKEFTÊ DE LÎKOLÎN NAYÊN KIRIN

Tevî bedewiya xwezayî û girîngiya wê ya stratejîk jî, lê Şikefta Um El Serc hatiye paşgukirin. Heta niha li wir tu lêkolînên jeolojîk an arkeolojîk nehatine kirin, û ew di nav deverên arkeolojîk ên qeydkirî yên herêmê de jî nehatiye tomarkirin.

Şêniyên herêma Çiyeyê Kezwanê bang li saziyên pêwendîdar kirin ku ji bo parastina vê şikefta dîrokî bixebitin.

(k)

ANHA