Jinên siyasetmedar: Nenavendîtî rêya demokratîkkirina Sûriyeyê ye

Jinên siyasetmedar sîstema nenavendî wekî rêya avakirina Sûriyeya demokratîk nirxand û got, ev sîstem pêwîstiyeke nîştimanî ye.

Jinên siyasetmedar: Nenavendîtî rêya demokratîkkirina Sûriyeyê ye
12 mijdar, 2025   02:35
REQA
MIZGÎN ELÎ

Jinên siyasetmendar diyar kir ku ji bo derbaskirina bandorên şer û parçebûnê, pêdivî bi jinûve sazkirina têkiliyan di navbera welatî û dewletê de, beşdariya civaka avakirina biryaran de û parastina mafên çandî û zimanî yên hemû pêkhateyan heye.

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Semîra El Ezîz diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek bêhempa ji bo avakirina civakek demokratîk a piralî ye  ku beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê di biryardanê de garantî dike. Semîra El Ezîz da zanîn ku sîstema nenavendîtî çareseriya mîsogerkirina jiyana hevbeş û aramiyê li seranserê welêt e.

Semînra da zanîn ku aloziya sûriyeyê ya ku di 2011ˊan de dest pê kir derbirîna hewcedariyên civaka Sûriyeyê, daxwaza wê ya rast di beşdariya siyasî, avakirina destûreke berfireh de bi cih bîne ku parastina nirxên rast ên pêkhateyên pirreng ên Sûriyeyê were kirin.

Di berdewama axaftina xwe de Semîra anî ziman ku ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bersivdana van daxwazan pêk hat û girîngî da avakirina pergaleke demokratîk a nenavendî û rola aktîf bi rêya avakirina yekitî û rêxistinên serbixwe da jin û ciwanan. Semîra got ev model gaveke hevgirtî ber bi Sûriyeya pirreng a demokratîk ve ye.

Têkildarî pergala yekalî di desthilatê de Semîra got, "Pergala berê ya Sûriyeyê li ser metoda yekaliya di desthilatê de, redkirina pirrengî û navendîbûna biryarê bû. hilweşîna rejîma Esed di Kanûna 2024ˊan de tu guhertinên dihatin armanckirin bi xwe re neanîn. Desthilat veguherî yeke nû bi heman metodê." Bi vê yekê Semîra îşaret bi hikumeta Heyet Tehrîr El Şam dike.

Semîra diyar kir ku partî ji dema damezrandina xwe ya 2018ˊan ve ji bo pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk a pirreng a nenavendî dixebite.

Di dawiyê de Semîra got giştîkirina ezmûna Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyeyê rêbaza derbaskirina şopên şer, koçberkirin, tundî û gihandina qonaxekê ji bo lihevkirin û jiyana hevbeş a neteweyî di nava tevahî Sûriyeyiyan de ye.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê - Meclisa Efrîn û Şehbayê Newroz Hisên got nenavendîbûn rêya stratejîk a derketina ji krîzê ye û ji bo xurtkirina hevkariyê di nav pêkhateyan de rêbaza guncaw e.

Newroz bal kişand ser rola pêşengtiyê ya jinên ji Sûriyeyê di hemû warên civakî, aborî û siyasî de û got: "Îro jin bi bawerî ber bi cihê fermandarî û biryardanê ve bi pêş de diçin. Roleke teware di pêkanîna geşepêdan û îstîqrarê li hundirê civakê de dilîzin."

Newroz anî ziman ku diyalogên di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de ji bo pêkanîna nenavendîbûnê li tevahî herêmên Sûriyeyê, didomin.

Newroz destnîşan kir ku ji mercên sereke yên nenavendîbûnê, vegerandina koçberan, jinûve avakirin û pêkanîna aramiyê ne, li kêlek wê her pêkhateyek mafê xwe yê çandî û zimanî bistîne.

Di dawiya axaftina xwe de Newroz got nenavendîbûn bingeha avakirina Sûriyeya pêşerojê ye.

(mh/fr)

ANHA