‘Siberoja Sûriyeyê bi demokrasî û rêveberiya nenavendî ve girêdayî ye’

Nivîskar Cemal Derwîş got bi demokrasiyê re dê aramiya siyasî û civakî li Sûriyeyê çêbe, eger sîstema demokratîk li Sûriyeyê bi pêş nekeve dê her tim krîz li welat hebin.

‘Siberoja Sûriyeyê bi demokrasî û rêveberiya nenavendî ve girêdayî ye’
26 nîsan, 2026   06:45
SIWÊDA

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Cemal Derwîş der barê siberoja Sûriyeyê de ji ajansa me ra axivî.  Derwîş destnîşan kir ku li Sûriyeyê demokrasî şert e û got: “Divê welat bi sîstemeke nenavendî ya îdarî û siyasî were birêvebirin û civakên hêrêmî bi pêş bixin.”

Nivîskar Cemal Derwîş der barê ezmûna Sûriyeyê de got di pêkanîna pirensîbên azadî û edaletê de bi ser neketiye. Derwîş diyar kir ku sepandina ezmûna Fransayê li ser rewşa Sûriyeyê nîşan dide ku şoreşa Sûriyeyê di bêbandorkirina "desthilatan" de bi ser ket, lê li hemberî wê di avakirina prensîbên azadî, edalet û yekitiya neteweyî de bi ser neket. Li gorî Derwîş sedema herî berbiçav a vê têkçûnê jî derketina çeteyên tundraw ên xwedî îdeolojiya terorî ye, ev yek bi cewhera şoreşa Sûriyeyê re nakok e.

Cemal Derwîş îşaret bi vebijarkên li pêşiya Sûriyeyan kir û got, girîng e sûriyeyî li ser hevpeymaneke civakî ya nû li hev bikdin, divê di hevpeymanê de garantiyên destûrî hebin, raye werin parvekirin û pirrengiya siyasî were garantîrkirin ku welat arasteyî demokrasyieke rasteqîn bibe.

Derwîş bi bîr xist ku gelê Sûriyeyê bi hêviya ku dewleteke qanûnî û dadperwer çêbe, di sala 2012'an de serhildan li dar xist, destkeftiyên hatine bidestxistin ne li gorî mezinahiya berdêlan in.

Derwîş îşaret pê kir ku ji bilî rûxandina rejîma berê û hatine desthilateke nû destkeftî çênebûne û got: "Desthilata nû jî bi avakirina dewleteke nû bawer nake, lê hewl dide dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.”

Her wiha der barê modela rêveberiyê de, Derwîş nenavendîtî wek rêveberiya herî guncaw bi nav kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev model rê ji bo civakên herêmî veke da ku kar û barên xwe birêve bibin. Nenavendîbûn ne tenê tê wateya ji nû ve belavkirina rayeyan, lê di heman demê de dadmendî, şefafiyet û pisporiyê pêş dixin û performansa îdarî jî xurt dike. Dîsa jî barê li ser rêveberiya navendî ya li Şamê sivik dike. Beşdariya civakê pêş dixe, dihêle ku welatî bi awayekî rasteqîn beşdarî avakirina biryarên siyasî bibin. Ev model li gelek welatên demokratîk hatiye pejirandin.”

Derwîş destnîşan kir ku bêyî beşdariya hemû pêkhateyên civakê di pêvajoya siyasî de, aramiya siyasî û civakî li Sûriyeyê nayê bidestxistin û got: “Carinan desthilatdar ji van îdiayan sûd werdigirin da ku biryardanê yekdest bikin. Di heman demê de navendîtî civakan neçar dike ku di bin pergalek yekane de di bin zexta amûrên ewlehiyê de bijîn. Lê pergala nenavendî an jî federalî derfetekeke rastserqîn a beşdariya avakirina biryardanê ye.”

Nivîskar Cemal Derwîş da zanîn ku bihêzkirina rêveberiyên xwecih yekitiya nîştimanî li ser bingeha edalet û beşdariyê xurt dike, tirsên hebûnî ên di nava pêkhateyên cûda de kêm dike. Îşaret bi vê yekê kir ku di salên dawîn de li gelek deverên Sûriyeyê wekî perav, Siwêda û rojhilatê Firatê alozî û pevçûnên civakî zêde bûne, ev yek asta tirs û fikaran di nav welatiyan de bilind kiriye.

Derwîş di nirxandina sedemên kombûna aloziyan de navendîbûna biryardanê wek faktoreke sereke di kûrkirina van krîzan de bi nav kir û got: "Desthilata navendî nikare hemû pirsgirêkên herêman hilgire, lê meclisên xwecih an rêveberiyên herêmî dikarin hewcedariyên civakên xwe wan fam bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin.”

Cemal Derwîş der barê siberoja yekbûna Sûriyeyê de anî ziman ku parastina yekitiyê ne tenê meseleyeke avahiya îdarî ye, lê pêdivî bi krîmînalîzekirina gotinên mezhebî, xurtkirina aştiya navxweyî û misogerkirina beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê di her pêvajoyeke siyasî de heye, dûrxistina berdewam a pêkhateyan jî dê bibe sedema formeke navendîparêziyê ya tundtir.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Cemal Derwîş di dawiya axaftina xwe de got: "Nenavendîkirina siyasî û îdarî garantiyeke bingehîn ji bo bidawîanîna cudakariyê û avakirina dewleteke berfireh li ser bingeha hilbijartina encumenên parêzgeh, bajarok û yekîneyên îdarî ye. Di heman demê de rayeyên serwer di destê navendê de dimînin û rayeyên berfireh di kar û barên xizmetguzarî, aborî, îdarî û ewlehiyê de dide herêman. Bi vî rengî modeleke hevbeşiyê rêvebirina welat xurt dike."

(ac/bb)

ANHA