Çalakvana sûdanî: YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye

Çalakvana Sûdanî Naamet Koko diyar kir ku Jinên ku beşdarî YPJ`ê bûn ji bo parastina civaka xwe bikin û mafên xwe biparêzin, gelek bedel dan û fedakarî kirin.

Çalakvana sûdanî: YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye
26 nîsan, 2026   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Çalakvana sûdanî Naamet Koko got Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo parastina mafên jinan û xurtkirina rola wan di aliyê siyasî û civakî li Sûriyeyê de hêzêkî bingehîn û di vê derbarê de ji ajansa me re axivî.

Naamet Koko di destpêka nirxandina xwe de got: "YPJ ne tenê hêzekî leşkerî ye, bi tecrubeya Tevgerên Jin ên herêmê ve girêdayî ye. YPJ’ê li beramberî pirsgirêkên ewlehî û civakî de modêlekî parastina cewherî ava kir û jinan bi rêxistin dike. YPJ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyekî mîrasa têkoşîna tevgerên jinan ên demokratîk e. YPJ`ê di şer de berpirsyariya parastina jinan û civakê rakir.”

`YPJ`ê GELEK BEDEL DAN`

Naamet Koko got eger rola YPJ`ê were paşguhkirin tê wateya ku tecrubeya jinan di birêxistinkirine de hedef digirin. YPJ`ê sembola têkoşîna jinan a li herêmê ye. Jinên ku beşdarî YPJ`ê bûn ji bo parastina civaka xwe bikin û mafên xwe biparêzin, gelek bedel dan û fedakarî kirin.

Naamet Koko di berdewama axaftina xwe de li tecrubeyên jinan ên li hinek welatên dîtir vegeriya û wiha mînak da: "Li Erîtreyê di dema rizgarkirinê de jin tev li hêzên leşkerî bûn. Piştî ku pêvajoyên rizgarkirinê bi dawî bûn, ew jinên ku tev li hêzên leşkerî bibûn nexistin saziyên dewletê û rolê wan nedan wan. Bi vê tecrubeyê re tê zanîn ku sîstemên siyasî bi hişmendiya baviksalar ve girêdayî ne û rola jinan tê paşguhkirin."

Ji bo rewşa jinan a li Sûriyeyê Nemaat Koko wiha got: "Saziyên baviksalar û olî yên siyasî û leşkerî destwerdana jinan dikin û dê bandorê li siberoja jinan bike. Dibe ku ev sazî bandorê li ser nûnertiya jinan û hebûna wan li navendên biryaran, bike. Pêvajoya veguhêza siyasî garantî nade ku jin çalak cihê xwe di siyasetê de bigrin an jî biryaran bidin. Dibe ku deskeftiyên salên berê û bi taybet tecrubeyên rêxistinên jinan û rola wan di jiyana giştî de, qels bikin û paşguh bikin."

Ji bo entegrekirina YPJ’ê diyar kir ku eger YPJ entegreyî nava saziyên leşkerî yên adetî bikin dibe ku rola YPJ`ê were paşguhkirin û wiha domand: "Eger di navendên biryarê de jin nebin, dê derfetên guhertinê di çanda leşkerî, civakî û siyasî de, kêm bibe."

Siyasetmedar, parêzer û lêkolînera ji Sûdanê di dawiyê de wiha got: "Ez piştgiriyê didim jinên têkoşer ên Rêveberiya Xweser û YPJ`ê. Divê ev tecrube berdewam bike û were parastin. Eger ev YPJ`ê were parastin dê deskeftiyên jinan li Sûriyeyê û herêmê werin parastin. Divê doza YPJ`ê di rojeva herêm û navneteweyî de be, danûstandin bi rêxistinên navneteweyî û bi taybet bi rêxistinên li ser dozên jin, aştî û ewlehiyê dixebitin, bikin. Dengê jinan bigihînin platformên navneteweyî. Bi riya çapemeniyê jî hem ji hundir hem ji derve balê bikşînin ser rolê jinan li Sûriyeyê. Ji bo jin tev li pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê bibin û garantiya wê were dayîn divê xwe bigihînin aliyên navneteweyî yên li ser dosya Sûriyeyê dixebitin."

(np)

ANHA