Şêx Mişel bû emîrê nû yê Kuwêtê

Piştî ku emîrê Kuwêtê Şêx Newaf Ehmed Sebah di temenê 86 salî de koça dawî kir, li şûna wî Şêx Mişel ku birayê Şêx Newaf e, wek emîrê nû yê Kuwêtê hat diyarkirin.

Şêx Mişel bû emîrê nû yê Kuwêtê
16 kanûn, 2023   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro medyaya fermî ya Kuwêtê ragihand Kuweyt Şêx Mişel Ehmed Cabir Elsubahî wek emîrê nû yê Kuwêtê destnîşan kir.

Hêjayî gotinê ye îro emîrê Kuwêtê Şêx Newaf Ehmed Sebah ji ber nexweşiyê di 86 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.