Li Til Hemîsê çalakiya greva birçîbûnê

Çalakgerên greva birçîbûnê yên Til Hemîsê piştgiriya xwe ji çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah ocalan û girtiyên di zindanên dewleta Tirk a dagirker de nîşan da û got tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li dijî tevahî gelên xwe spartine fikrên wî.

Li Til Hemîsê çalakiya greva birçîbûnê
Li Til Hemîsê çalakiya greva birçîbûnê
Li Til Hemîsê çalakiya greva birçîbûnê
Li Til Hemîsê çalakiya greva birçîbûnê
Li Til Hemîsê çalakiya greva birçîbûnê
Li Til Hemîsê çalakiya greva birçîbûnê
Li Til Hemîsê çalakiya greva birçîbûnê
16 kanûn, 2023   18:20
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ku di 10′ê Cotmehê bi diruşma ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ li Til Hemîs û gundewarên wê bi dema 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê hate lidarxistin. Di çalakiyê de xelk, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Li qada avahiya Rêveberiya Dibistanan a navçeyê konê çalakiyê hate vedan. Li bin kon wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD′ê hatin daliqandin.

Di çalakiyê de endamê rêvebera Rêveberiya Dibistanan a Til Hemîsê Xelîl El Ebdullah axivî û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew ê çalakiyên xwe yên di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de dewam bikin.

Li aliyekî din jî hevseroka Kongra Star a navçeyê Şêxe El Casim axivî û wiha got: "Tevahî plan û siyasetên dijberiyê yên li dijî gelên bindest wan ji rêya têkoşîn û berxwedana li hember dijminên azadiyê bi dûr naxin."

Hevserokê Partiya Muhafezekaran Ferec Îbrahîm El Hesen jî axivî û wiha got: "Em destgirêdayî namînin û em ê çalakî û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin, da ku tevahî cîhan bizane Rêberekî mezin di girtîgeha Îmraliyê de ye."

Endamê rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Hemîsê Heyal El Xiwêr banga aşkerakirina tavilê ya rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: "Tecrîda li dijî Rêbertî tecrîda li dijî tevahî gelên xwe spartine fikrên wî."

Çalakiya roja yekemîn bi pêşandana sînevîzyonekê li ser jiyana berxwedêrên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de bi dawî bû.

(fr)

ANHA