Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir

Roja duyemîn a 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê bi semînerên der barê helbestên Cegerxwîn, gotina helbestên Kurdî û pêşandana filmekê bi dawî bû.

Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir
Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir
Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir
Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir
Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir
Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir
Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir
Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir
Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir
Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir
16 kanûn, 2023   20:19
QAMIŞLO

Rêzeçalakiyên 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” tê birêxistinkirin, îro di roja xwe ya duyemîn de li navenda HRRK`ê ya Qamişloyê bi amadebûna endamên saziyên rewşenbîrî, nivîskar û helbestvan dewam dike.

Di çalakiya îşev de ji aliyê Akadmesyen Ferîd Sedûn semîner bi sernavê `bingeha hunerî di helbestên Cegerxwîn` de û ji aliyê Nivîskar Xalis Misewer ve semîner bi sernavê `romantîka di helbesta Cegerxwîn` de hatin dayîn.

Ferîd Sedûn diyar kir ku di vê demê de diviyabû bi dehan pirtûkên rexnegir ser berhemên Cegerxwîn hatibûna derxistin, ew yek ji wan kesên ku heke mirov jiyana wî nas nekin nikare helbestên wî fam bike. Ew ne kesayetek seranser li bûyeran dinêre, di dîwanê wî de guhertin di nava qonaxan de hene, lê tevî vê yekê jî hin ji helbestên wî hene di qonaxa dawî de ne di asta ciwaniya qonaxa seretayî de ne.

Sedûn destnîşan kir ku Cegerxwîn di helbestên xwe de dîrokeke Kurd daniye û wiha got: “2 tişt ji bo helbestê hene; bingeha ziman û naveroka helbestê, ew bi hev ve girêdayî ne, Cegerxwîn bi pesindayînê hevsengî di navbera wan de nedihişt, ew bi xwe jî li ser vê yekê digot,  ez tenê didim welat. Welatparêziya wî dihişt ku hunera helbestê di hin cihan de nemîne, gotinên gelêrî û dema fermanî pir bi kar tanî.”

Sedûn da zanîn ku li cem Cegerxwîn asta dramayê bilind bû, dibe ku li cîhanê jî neyê dîtin. Drama sîfetê çîrokê ye, ew tev li helbestên xwe jî dikir. Gotinên xwe rû bi rû dida û milê madî û rûhanî bi hev ve girê dida.

Xalis Misewer jî destnîşan kir ku warê helbesta romantîk wekî berteka li hemberî helbestên klasîk, romantîkbûyîn di qada dilsoziyê de ye, ew jî evîn, hezkirin, mûm û gul e, bêhtir bi aliyê xeyal ve diçe û wiha pê de çû: “Cegerxwîn di helbestên xwe de pesnê xwezaya Kurdistanê dide, di warê evînê de jî têgînên wî hene ew jî bi şêrînatî tişt bi nav kirine. Pê dixwest gelê Kurd rake ser piyan.”

Der barê mijarên semînerê de beşdaran nêrînên xwe gotin û dan zanîn ku Cegerxwîn li gor dema xwe helbest nivîsiye, ew dema ku civaka Kurd ji gelek milan ve rastî qirkirinê dihat û zextên olî û bawerî hebûn. Helbest ji bo hişyarkirina gelê Kurd bi kar aniye û ew bêhtir ji Melayê Cizîrî bandor bûye.

Piştre di nava şevbuhêrkeke helbestî de helbestên bi zimanê Kurdî ji aliyê Îbrahîm Silêman, Can Îbrahîm, Cemîl Dahir, Hesîna Ehmed, Riyad Mistefa, Telal Elşêx, Xembar Gul û Narîn Metînî ve helbestên der barê welat, welatparêzî, dayik û xaka Kurdistanê hatin gotin.

Dûre beşdaran filmê bi navê `Sêgoşe′ a bi derhêneriya Zîno Hadî temaşe kirin.

Rêzeçalakiyên mîhrîcanê heta 28`ê Kanûnê dewam dikin.

(sb)

ANHA