Şêwirmendê Almanyayê: Planên Pûtîn ji Ukraynayê mezintir in

Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz diyar kir ku li gorî agahiyên heyî, xuya ye ku planên serokê Rûsyayê sînorên Ukraynayê derbas dikin û li ser ewlehiya Ewropayê gef in.

Şêwirmendê Almanyayê: Planên Pûtîn ji Ukraynayê mezintir in
8 îlon, 2025   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz ragihand ku "dagirkirina Ukraynayê” tenê destpêka armancên Rûsyayê ye û planên serokê Rûsyayê Vladimir Pîtîn li ser ewlehiya Ewropayê bi giştî gef in. 

Merz got: “Tevahî nîşane diyar dikin ku planên Pûtîn ne tenê li ser sînorên Ukraynayê bi dawî dibin lê belê ji wir dest pê dikin.”

Merz girîngî bi wê yekê da ku Ewropa li berjewendiyên xwe yên stratejîk vegere û got: "Hevkariya bi Amerîkayê re êdî otomatîkî namîne, lê ew ê li gorî berjewendiya hevbeş û pirsgirêkên taybet were avakirin."

(mh/şx)