‛3 wane mafê me yê perwerdeya bi kurdî misoger nakin’

Xwendekar û malbatên wan ên ji Girkê Legê biryara Wezareta Perwerdeyê ya perwerdeya 3 waneyan bi zimanê kurdî di hefteyê de, red kir û got ev biryar mafê xwendekarên Kurd ê hînbûna bi zimanê dayikê pêk nayne.

‛3 wane mafê me yê perwerdeya bi kurdî misoger nakin’
3 îlon, 2026   06:52
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a perwerdeya bi zimanê kurdî di hefteyê de tenê 3 wane bin, ji hêla xwendekar û malbatên wan ên ji Girkê Legê yê herêma Cizîrê ve hat redkirin. Hat gotin ku zimanê kurdî zimanê wan ê dayikê ye, 3 wane di hefteyê de têrê hînkirinê nakin.

Girêdayî mijarê welatî Selma Îbrahîm got: “Em dayikên xwendekaran dixwazin zarokên me bi zimanê kurdî, zimanê dayikê bixwînin. Ji ber ku zimanê me nasname û hebûna me ye.”

Selmayê wiha domand: “Mafê her pêkhateyekê heye ku bi zimanê xwe bixwîne û fêr bibe. Mafê me jî heye em zarokên xwe bi zimanê kurdî fêr bikin.”

Selmayê da zanîn ku 3 wane di hefteyê de têra perwerdeya bi zimanê kurdî nakin û wiha anî ziman: “Em biryara Wezareta Perwerdeyê ya xwendina 3 waneyan di hefteyê de red dikin. Em dixwazin li vê biryarê bê vegerîn, materyalên dibistanên me hemû bi zimanê kurdî bin, ji ber ku zimanê me kurdî ye.”

Xwendekar Hayin Ehmed jî got: “Em xwendekarên Kurd, daxwaz dikin ku bi zimanê xwe fêr bibin û bixwînin û biryara Wezareta Perwerdeyê red dikin. Ji ber ku têrê nake ku mafê me yê hînbûnê pêk bîne.”

Hayin daxwaza guhertina vê biryarê kir û got: “Em dixwazin tevahî wane bi zimanê Kurdî bin û bi fermî di destûra nû ya Sûriyeyê de were naskirin.”

Xwendekar Sîmav Hebîb (11) jî got: “Em dixwazin bi zimanê xwe hîn bibin. Ji ber ku zimanê me yê kurdî hebûn û nasnameya me ye û ji mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin û fêr bibin.”

Di dawiyê de xwendekar û malbatên wan bang li wezaretê kir ku biryarê li ber çavan bigirin û got ew bi zimanê xwe ve girêdayî ne.

(f)

ANHA