Şervanên YPG`ê yên eniya şer: Wê serkeftin a me be

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel ên eniya şer dibêjin em  hêza xwe ji gelê xwe digrin û we serkeftin a wan be.

Şervanên YPG`ê yên eniya şer: Wê serkeftin a me be
29 ÇILE, 2026   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Yekîneyên Parastina Gel xwe kişandin sînorê herêmên Kurdan di hemû sengerên şer de şervan bi moral û motîvasyoneke mezin axa xwe diparêzin.

Hin şervanên YPGê ku eniya şer ên xeta Hesekê, Qamişlone bi rêka dîmen peyamê berxwedanê dan.

Şervanên YPGê diyar dikin ku ew hêza xwe ji gel, ciwan û mafdariya xwe digirin û vê peyamê didin:

“Bila dijmin nefikire wê wisa hêsan were li ser axa me. Em li virin, bijî berxwedana Kurdistan. Moralê me hezar e. Em moralê xwe ji gelê xwe, ji  sekna ciwanên xwe digrin. Em ti carî dev ji axa xwe bernadin. Teqez wê serkeftin a me be”