Çalakiya ji bo Rojava maça Manchester City û Galatasarayê rawestand

Dema maça Manchester City û Galatasarayê dihate lîstin 3 ciwanên Kurd ketin nava sehê û maçê dan rawestandin û ala Başûrê Kurdistanê derxistin û îşaretên serkeftinê nîşan dan.

Çalakiya ji bo Rojava maça Manchester City û Galatasarayê rawestand
29 ÇILE, 2026   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Êdî qada footbolpê jî ji bo Kurdan bûye qada berxwedan û çalakiyan. Duh êvarê li Îngîltereyê tîma Manchester City û Galatasaray hatin pêşberî hev. Di deqîqeya 50î ya maçê de sê ciwanên Kurd ketin sehê û maçê dan rawestandin. Ciwanan ku çalakî li dar xistin ala başûrê Kurdistanê vekirin û ji bo piştgiriya Rojava dirûşme ya “Bijî Kurd” berz kirin. Bi taybetî ciwanek ku bi cil û bergên Kurdî çalakî li dar dixe, bêtir balê kişand ser xwe.

Xwepêşandana ku demek kurt berdewam kir û bala hemû alîgiran, futbolîstan û raya giştî ya cîhanê kişandin ser xwe, bi mudaxileya hêzên ewlehiyê yên sehê çalakî bi dawî bû. Piştî ciwan ji sehê hatin derxistin, maç ji cihê ku rawestiyabû berdewam kir.

Hate diyarkirin ku armanca ciwanan ew bû ku balê bikişînin ser bêdengiya raya giştî ya li ser Rojavayê Kurdistanê.