Şervanên QSD’ê 3 dronên xwekujî xistin 

QSD’ê ragihand ku li eniya Bendava Tişrînê 3 dronên xwekujî yê çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin

Şervanên QSD’ê 3 dronên xwekujî xistin 
13 adar, 2025   11:27
NAVDNDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê bîlançoya 24 saetên dawîn de ev agahî parve kirin:

’’Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine, tevahî peyman û qanûnên navneteweyî yên der barê şer û pevçûnan de binpê dikin.

Eniya Bendava Tişrînê; duh (Çarşem) balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker gundê Xirbe Zemala yê başûrê rojhilatê Minbicê bombebaran kir, cihên karkeran ên girêdayî bendavê kirin hedef. Tevahiya şeva çarşemê bendavê bi obîsên giran hat topbarankirin. Di encamê de zerarên madî çêbûn.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dronên xwekujî êrişî nuqteyên hêzên me kirin. Hêzên me ji wan 3 dron xistin.

Eniya Qereqozaqê, balafirên şer gundên Xeseq û Tîna bombebaran kirin. Her wiha gundên Tîna, Cada, Bîr Hos, Xeseq, Dîkan, Melka, Sinaa, girên Şêvê û Pira Qereqozaqê bi zêdetirî 50 guleyên obîsên giran, tank, roket û hawnan hatin topbarankirin. Di encamê de zerarên madî li mal û milkên şêniyan bûn."

(bb)

ANHA