Kanada cezayên li ser Sûriyeyê kêm dike û balyozekê ji bo Şamê diyar dike

Kanadayê ragihand ku dê cezayên darayî yên li ser Sûriyeyê sivik bike û balyozekê ji bo Şamê diyar bike. Kanadayê komkujiyên li dijî elewiyên ên li peravên Sûriyeyê jî şermezar kirin.

Kanada cezayên li ser Sûriyeyê kêm dike û balyozekê ji bo Şamê diyar dike
13 adar, 2025   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Kanadayê aşkera kir ku niyeta wê heye ku cezayên diravî yên li ser Sûriyeyê kêm bike û balyozekê li Şamê erkdar bike.

Wezareta Karên Derve ya Kanadayê bi daxuyaniyekê got: "Em dê ji bo mîsogerkirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo hewcedarên li Sûriyeyê berpisyariyên xwe bidomînin. Wezîrê geşepêdana navneteweyî ragihand ku ji bo bersivdayîna aloziya Sûriyeyê dê fînanseyên nû bi qasî 84 milyon dolar ji bo alîkariyên mirovî bide."

Li gorî daxuyaniyê, Kanada dê bi rêya şandina pereyan ji bankên Sûriyeyê re cezayên li ser Sûriyeyê sivik bike.

Li gorî daxuyaniyê, balyoza Kanadayê ya Lubnanê Stephanie McCollum ji bo karê balyozxaneyê yên Sûriyeyê jî hatiye diyarkirin.

Her wiha wezaretê komkujiyên li perevên Sûriyeyê yên li dijî elewiyan jî şermezar kirin.

(bb)