Şervanên Minbicê: Em amade ne gel û axa xwe biparêzin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê got morala xwe ji xwedîderkatina gel û fedakariyan digirin û li hember tevahî êrişan her tim amade ne.

Şervanên Minbicê: Em amade ne gel û axa xwe biparêzin
Şervanên Minbicê: Em amade ne gel û axa xwe biparêzin
Şervanên Minbicê: Em amade ne gel û axa xwe biparêzin
Şervanên Minbicê: Em amade ne gel û axa xwe biparêzin
Şervanên Minbicê: Em amade ne gel û axa xwe biparêzin
Şervanên Minbicê: Em amade ne gel û axa xwe biparêzin
Şervanên Minbicê: Em amade ne gel û axa xwe biparêzin
12 îlon, 2024   04:40
MINBIC

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji Tebaxê îsal heya niha ve 12’an caran hewl dan gundên kantona Minbicê dagir bikin. 

Çeteyên artêşa Tirk di Tebaxê de 7 caran êrişên dagirkirinê li ser gundewarê Minbicê  pêk anîn. Şervanên Meclisa Leşkerî êriş têk birin. Di encamê de 7 çete hatin kuştin û 22 jî birîndar bûn.

Çeteyan duh (Çarşem 11 Îlonê) hewl dan gundê Um Cilûd ê bakurê rojavayê kantona Minbicê dagir bikin û êriş kirin. Şervanên meclisê bersiva êrişê dan di encamê de 7 çete hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Şervanên meclisê bi moraleke bilind li hember êrişan li ber xwe didin û destnîşan dikin ku ew li hember tevahî êrişan amade ne.

Ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Reed El Necim ku li aniya bakurê kantona Minbicê cih digire, got: "Vê dawiyê me nehişt çete bikevin herêmê. Em 24 saetan baldar in û amade welatê xwe ji xetereyan biparêzin."

 El Necim wiha domand: "Em axa xwe ji kesekî re nahêlin û heta dawiyê dê li ber xwe didin. Me soz da gelê xwe ku ax, rûmet û ewlehiya herêmên xwe ji êrişên dagirkeran biparêzin." Şervanê bi navê Fewzî El Begarî jî got: "Xema me ya yekemîn parastina xelkê me û axa me ye. Em li vir li eniyên şer, amade ne her êrişekê li dijî bendên me têk bibin."

El Begarî wiha domand: "Em morala xwe ji şehîdan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan digirin. Dema gel piştgiriya me dike morala me heta asîmanan bilind dibe."

El Begarî diyar kir ku ewlehiya li herêmê berhemê keda şehîdan e û  û wiha dawî li axaftina xwe anî "Hevgirtina gel a bi hêzên leşkerî re benda asê li pêşiya hewldanên dagirkeran e ku dixwazin herêmên me dagir bikin."

(şx)

ANHA