3 sûriyeyî li Lubnanê winda ne

Piştî ji cihê rûniştinê yê li bajarê Aliya berê xwe da herêma El Hermil a li Lubnanê peywendî bi 3 ciwanên sûriyeyî re hat qutkirin.

3 sûriyeyî li Lubnanê winda ne
11 îlon, 2024   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Siwêda 24 daxuyand peywendî bi 3 ciwanên sûriyeyî yên ji Siwêdayê qut bûn, ew jî piştî ji bajarê Aliya berê xwe da herêma El Hermil a Lubnanê bû. 

Malperê li gorî gotina bavê yek ji ciwanên winda bûye diyar kir ku piştî ciwanan berê xwe da El Hermil têkilî bi wan re qut bû û tu agahî der barê aqûbeta wan nayên zanîn.

Navên windayan wiha ne; Beşar Samir Hemra, Mecid Mein Ebû Qensol û Munîr Mekarim. Ew her sê li kargeheke li gundê Selîma yê li çiyayê Lubnanê dixebitîn.

Li gorî xizmên windayan ji wan, 2 ciwan bi awayekî fermî li Lubnanê ne û di sicilên wan de tu pirsgirêkên qanûnî li Sûriyeyê tune ne.

(fr)