'Xwendin firsend dide ku pergala netewa demokratîk were fêmkirin'

Endamên Malbenda Çandî ya Helebê, gelek siyasetmedar û rûspiyên bajêr pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin û diyar dikin ku armanca wan pratîkkirina ramanên wî ye.

12 îlon, 2024   05:40
HELEB
MIHEMED EBDO

Komên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav dibin. Li 7 kantonan paraznamê Rêber Abdullah Ocalan 362 komên xwendinê hatine avakirin. Ji wan 96 komên jinan in. 6 hezar û 733 kes tev li komên giştî bûne.

Malbenda Çandî ya Helebê jî komên xwendinê ava kirine. Nêzî 11 meh e li gorî bernameya di hefteyê de 3 saetan, parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin.

Niha 8 endamên malbendê, nûnerên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê û rûspiyên bajêr tev li komê bûne.

Piraniya nîqaşên di nava komê de tên kirin li ser sepandina pergala şaristaniya demokratîk a dûrî netewedewletê û rexnekirina pergala baweriyê ya li Rojhilata Navîn û pergala laîk in.

Li ser girîngiya van koman berdevkê Meclisa Rûspiyan a Helebê Bedran Hemo ji ajansa me re axivî.

Hemo destnîşan kir ku ew di komên xwendinê de mijarên girêdayî pirtûka tê xwendin, dîroka civakên Rojhilata Navîn, beşên wê û taybetmendiyên civakan nîqaş dikin.

Hemo got ew hewl didin tecrubeyê ji xwendina pirtûkan û nîqaşên li ser wan tên kirin bigirin û ji bo pêşxistina karê xwe û sepandina rêgezên neteweya demokratîk bi şeklê herî guncaw, pratîk bikin.

(şx)

ANHA