Şervanan li Bendava Tişrînê îdiayên dewleta Tirk derewandin

Şervanên Mecisa Leşkerî ya Minbicê yên li Bendava Tişrînê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî kontrolkirina bendavê derewandin û got "Em niha li bendavê ne, em ê berê xwe bidin Minbicê."

Şervanan li Bendava Tişrînê îdiayên dewleta Tirk derewandin
26 kanûn, 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku bajarê Minbicê û Bendava Tişrînê di bin kontrola wan û çeteyan de ne. 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li bendavê ev îdia derewandin.

Şervanan got: "26ˈê Kanûnê, em li bendava şehîdan Bendava Tişrînê ne. Em ê berê xwe bidin Minbicê."

(bb)

ANHA