Xelkê Reqayê ji bo malbatên 2 şehîdan sersaxî xwest

Li Reqayê ji bo şehîd Fewaz Îbrahîm Ebdulqadir û Mehmûd Hemûd El Newaf sersaxî hat xwestin.

26 kanûn, 2024   15:46
REQA

Ji bo şervanên QSDˈê Fewaz Ebdulqadir û Mehmûd El Newaf ên ku di demên cuda de li Reqayê şehîd bûbûn, sersaxî hat xwestin. Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, meclisên xwecih, nûnerên Rêveberiya Xweser û Kombûna Jinan a Zenûbiya herikîn bin konê sersaxiyê.

Di bin konê sersaxiyê de piştî deqeya rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Bi navê şêniyên bajarê Reqayê hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Lûey El Îsa piştî sersaxî ji malbata şehîd re xwest bal kişand ser hewldanên derxistina fitneyan û got: "Bi pêşengtiya Tirkiye û Îranê hewldanên derxistina fitneyên mezhebî li dijî me têne kirin. Ev herêm bi berdêlên giran hatine rizgarkirin û şehadeta Fewaz Îbrahîm û Mehmûd El Newaf îsbata vê yekê ne."

Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Suhêr El Hesen bal kişand ser nirxên şehîdan û da zanîn ku mekaneta şehîdan di nava netewe û civakan de bilind e.

Bavê şehîd Fewaz, Îbrahîm Ebdulqadir jî bixêrhatina beşdaran kir û got: "Cihê serbilindahiyê ye ku taziya şehîd Mehmûd El Newaf û ya kurên min Fewaz yek be. Em hemû sûriyeyî ne. Em amade ne axa xwe biparêzin."

Piştre wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û bi dirûşmên "Şehîd namirin" pêşkêşî malbatên wan hatin kirin.

(bb)

ANHA