Sersaxî dan malbata şehîd Demhat Dirbêsiyê

Ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê şehîd Demhat Dirbêsiyê (Heyder El Xizêm) sersaxî hat qebûlkirin.

24 kanûn, 2024   15:08
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên kantona Firatê û endamên saziyan girêdayî Rêveberiya Xweser berê xwe da gundê Kortika Sasoliyan ê bajarê Çelebiyê yê kantona Firatê û sersaxî da malbata şervanê QSDˈê Egîd Kobanê (Nîhad Ehmed) ê 21`ê Kanûnê li Sirînê şehîd bûbû.

Kon li pêşiya mala şehîd a li gundê Qinêtra yê bajarokê Qeremanî hat vedan. Girseyeke mezin a şêniyan tevahî endamên sazî û meclisan herikîn bin kon û sersaxî xwest.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Xalid El Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîdên me meşaleya rêya azadiyê ne. Em ê dê heya bicihanîna xeyalên wan ên avakirina welatekî azad û demokratîk şopdarên rêya wan bin.”

Ji rêveberên PYDˈê Numan Erebo jî di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide tevlihevî û fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de çêke. Lê ewladên me yên QSDˈê roj bi roj îsbat dikin ku îradeya me nayê şikandin. Bi xwedîderketina me ya li QSDˈê re dê tevahî planên çete û dagirkeran têk biçin.”

Erebo diyar kir ku berxwedan dê heya mîsogerkirina azadiyê dewam bike.

Hevseroka Meclisa Bajarokê Qeremanî Ebada Beşar jî axivî û bi van gotinan bal kişand ser berxwedana QSDˈê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewelat Tirk û çeteyên wê: "QSD mertalê parastina herêmê ye. Bi kombûna pêkhateyên herêmê ya li derdora şervanan wê xeylanên şehîdan a avakirina welatekî azad bibin rastî."

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana QSDˈê bi dawî bû.

(bb)

ANHA