Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê

Bi hezaran şêniyên Hesekê û gundewarên wê ji bo piştgiriya QSD`ê meşek li dar xist û got “QSD hêza me ye.”

Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
Li Hesekê peyamên piştgiriya QSD`ê
24 kanûn, 2024   14:57
HESEKÊ

Meclisa Bajarê Hesekê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û fedakariyên wê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, meşeke girseyî li dar xist.

Meşê ji Çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecerê dest pê kir. Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û kesayetên civakî û siyasî tev li meşê bûn.

Şêniyan alên QSD`ê, yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ala serxwebûnê ya Sûriyeyê hildan û dirûşmên "Yekitiya pêkhateyan misogeriya aramiyê ye", "Na ji dagirkeriyê re", "QSD hêza me ye", "Bijî biratiya gelan", "Bijî yekitiya gelê Kurd" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.

BANGA YEKITIYÊ

Li Çerxerêya Îtfaiye  ya li Til Hecerê meş veguherî mîtîngê.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li wir axivî û got: "Piştî hilweşîna rejîma Baasê, pêvajoyeke nû dest pê kir. Di vê pêvajoyê de divê em bi hev re kar bikin û Sûriyeya demokratîk ava bikin."

Xelîl destnîşan kir ku QSD ne tenê hêzeke leşkerî ye lê hêzeke civakî ya hemû pêkhateyan e û vîna gelên herêmê temsîl dike.

Her wiha Xelîl got herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêkanîna pergala demokratîk û biratiya gelan de, model e û bi saya têkoşîna gelan û bi pêşengiya jinan ev destkeftî hatiye bidestxistin.

PEYAMA HEVGIRTINÊ

Di dawiya meşê de girseyê berxwedana QSD`ê silav kir, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo projeya Rêveberiya Xweser û yekitiya pêkhateyan anî ziman.

(şx/k)

ANHA