Serokkomarê Iraqê: Êrişên li ser Hewlêr û Silêmaniyê nayên qebûlkirin

Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî êrişên rejîma Îranê yên li ser Hewlêr û Silêmaniyê şermezar kir û got: “Êrişên li ser Hewlêr û Silêmaniyê binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.

Serokkomarê Iraqê: Êrişên li ser Hewlêr û Silêmaniyê nayên qebûlkirin
18 tîrmeh, 2026   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî têkildarî êrişên bi dron û mûşekan yên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, li ser platforma X’ê peyamek parve kir.

Serokkomar Nizar Amêdî di peyama xwe de got: “Destdirêjiyên ku bajarê Hewlêr û Silêmaniyê hedef girtin, binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û nayê qebûlkirin. Her hedefgirtinek ya xaka Iraqê di jêr her hincetek de bê, li ser ewlehî û aramiya welatiyan gefe.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Iraq red dike ku bibe qada pevçûnan yan jî qada hesabên herêmî. Di heman demê de Bexda girêdanbûna xwe ya bi têkiliyên li ser bingeha rêzgirtina du alî û cîrantiya baş dubare dike. Bi rengekî ku serweriya welatan biparêze û gelên herêmê ji alozî û bê îstiqrariyê dûr bixe.”