Mazlûm Ebdî ji bo 9 pêşmergeyan peyameke sersaxiyê weşand

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî êrişa Îranê ya li ser baregeha Komeleya Zehmetkêşan a li Silêmaniyê şermezar kir û peyama serxweşiyê da malbatên 9 pêşmergeyên ku şehîd bûbûn.

Mazlûm Ebdî ji bo 9 pêşmergeyan peyameke sersaxiyê weşand
18 tîrmeh, 2026   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir, êriş şermezar kir û serxweşiyê ji malbatên 9 peşmergeyan re xwest.

Mazlum Ebdî ev peyam belav kir: “Bi xemgîniyeke mezin me agahiya şehadeta neh pêşmergeyên Komeleya Şoreşgeran li bajarê Silêmaniyê, di encama êrişa rejîma Îranê dema ku li ser erkê xwe bûn, bihîst. Em careke din her êrişa ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dike armanc, şermezar dikin. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan, rêveberiya Komeleya Şoresgeran û gelê me yê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê re dixwazin. Xwedê şehîdan bi rehma xwe şad bike û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.”