Pirsên li ser siberoja Îran, Iraq û Îsraîlê

Çav li bandorên muhtemel ên lihevkirina DYA û Îranê yên li ser dosyayên herêmê ye û tê pirsîn gelo ev guhertin dê herêmê ber bi îstiqrarê ve bibe yan dê qeyran û pevçûnan bi formeke nû ji nû ve saz bike?

Pirsên li ser siberoja Îran, Iraq û Îsraîlê
15 hezîran, 2026   10:26
NAVENAD NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de bal kişand ser bandorên lihevkirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îranê û siberoja Iraq, Îsraîl û Lubnanê.

‘KÎJAN ÎRAN, KÎJAN IRAQ Û KÎJAN ÎSRAÎL?’

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku Urdun ji ber jeopolîtîk û cihê xwe di nav krîzên herêmî de bi pirsgirêkên berdewam re rû bi rû ye. Hate gotin, Eman bi fikar çavdêriya encamên muhtemel ên peymaneke di navbera Washington û Tehranê de û guhertinên herêmî yên ku dibe bi xwe re bîne, dike.

Li gorî rojnameyê, îstîqrara li herêmê niha bi bersivandina van 3 pirsên sereke ve girêdayî ye: şeklê rola Îranê piştî her rêkeftinekê bi DYA‘yê re, xwezaya Iraqê di nava hewldanên kontrolkirina çekan û hiştina wan di destên dewletê de, siberoja Îsraîlê piştî hilbijartinên pêş de û bê ka gelo ew ê di polîtîkayên xwe de, nemaze li hember filistîniyan, guhertinekê bibîne? Urdun jî mîna welatên din ên Ereban, van veguherînan wek faktorên bibandor di ewlehî û aramiya herêmê de dibîne.

‘ÎRAN AGIRBESTÊ FERZ DIKE Û DESTHILAT FELC BÛYE’

Rojnameya El Exbar jî têkildarî geşedanên li Lubnanê diyar kir ku lihevkirina DYA-Îranê, agirbesta leşkerî li eniyên cuda, di nav de qada Lubnanê, ferz kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku êrişên giran ên vê dawiyê yên Îsraîlê yên li dijî taxên başûrê Beyrûtê di çarçoveya hewldanekê de hatin kirin ku pêşî li tevlêbûna Lubnanê di her rêkeftineke herêmî ya muhtemel a ji dan û standinên DYA-Îranê de were girtin. Li gorî rojnameyê, destwerdanên dîplomatîk bûn sedema kontrolkirina aloziyê û pêşîgirtina li ber pevçûneke berfirehtir.

Rojnameyê bal kişand ser performansa desthilata Lubnanê jî û da zanîn ku helwestên wê negihaştin asta pêşketinên ewlehî û leşkerî yên ku li welat çêdibin.

(bb)