Li Başûrê Sûdanê balafirek kete xwarê, 14 kes mirin

Li nêzî paytexta Başûrê Sûdanê Cûba balafireke biçûk kete xwarê, di encamê de 14 kes di nav de pîlot jî jyana xwe ji dest da. tê gotin ku 14 kesan, tevî pîlot, jiyana xwe ji dest dane.

Li Başûrê Sûdanê balafirek kete xwarê, 14 kes mirin
27 nîsan, 2026   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Desteya Balafirvaniya Sivîl a Başûrê Sûdanê, dema ku balafireke biçûk li nêzî paytext Cûbayê ket xwarê, tevî pîlot 14 kesan jiyana xwe ji dest da. Desteyê tercîh kir ku bûyer ji ber rewşa hewayê ya ne baş çêbûye.

Desteyê ragihand ku balafir ji Balafirxaneya Navneteweyî ya Cûba seat 07:15 firiya. Piştî firînê bi 20 Km ji paytextê kete xwar beyî ku kes sax bifilite.

Di balafira ketî de 14 kes hebûn ku 12 ji wan ji Başûrê Sûdanê bûn û 2 ji wan ji Keniyayê bûn.

Yek ji tîmên rizgariyê yên NY diyar kir ku cenazeyên kesan hatibûn şewitandin, ji ber vê yekê nayên naskirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, ev bûyer ji ber rewşa avhewayê ya nebaş çêbûye. Bi taybetî dîtin di dema firînê de ne zelal bû.  

(ac/fr)