Koçberên çûne Serêkaniyê wêraniya li herêmê vegot

Şêniyên Serêkaniyê yên koçber, di serdanên kurt ên bajêr de, asta wêranî û talankirina ku bi ser mal û milkên wan de hatiye, belge kirin.

Koçberên çûne Serêkaniyê wêraniya li herêmê vegot
28 nîsan, 2026   07:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberê ji Serêkaniyê Omer Hisên vê dawiyê ji bo çend saetan çûye Serêkaniyê da ku piştî 8 salên koçberiyê mala xwe kontrol bike, lê ji ber wêraniya li bajêr û gundên derdora wê çêbûye matmayî maye.

Hisên diyar kir ku ew bi rêya gundê El Aliya ber bi bajarokê Til Helef ve ketiye bajêr û berî ku destûr bê dayîn ku bikeve bajêr, li xaleke kontrolê lêgerîn li ser wî hatiye kirin û wêneyên wî û yên otomobîla wî hatine kişandin.

Hisên destnîşan kir ku di rêwîtiya xwe ya vegerê de, wî gelek kesên nenas di nava bajêr de dîtine. Hisên diyar kir ku rêjeya wêrankirin û talankirina milkê şêniyan pir mezin e û hin xanî ji bo dizîna hesin hatine hilweşandin.

Koçberekî din ku nexwest navê xwe aşkera bike, got bajar di bin kontrola çeteyên girêdayî dewleta dagirker a Tirk û niştecihên ji derveyî herêmê de ye û malbatên ji Iraqê jî li taxa El Mehata hene. Wî her wiha diyar kir ku serokên çeteyan dest danîne ser hinek xaniyan û wan bi kirê didin niştecihan. Her wiha destnîşan kir ku herî zêde li gundan wêranî bûye, hin dever heta ji sedî 90 zirar dîtiye ku vegera wan niha pir dijwar e.

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê, hejmara kesên ku bajêr û gundewarên derdorê piştî dagirkirina wê ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ve di sala 2019`an de, hatine koçberkirin, ji 75 hezarî zêdetir e. Ew li benda şert û mercên ewle û birûmet in ji bo vegerê, ji ber ku hîn jî çareserî yan rêbazên zelal ji bo peydakirina şert û mercên guncaw ji bo vegera wan tune ne.

(k)

ANHA