Serokê Meclisa Qebîleya Tay: Biratiya gelên herêmê ji siyasetên tehrîdkirinê bihêztir e

Serokê Meclisa Qebîleya Tay a Ereb helwesta xwe li hember siyasetên dewleta Tirk û bandorên wê yên dîrokî li ser gelên herêmê nîşan da û diyar kir ku têkiliyên biratiyê di navbera Ereb, Kurd, Xiristiyan, Ermen û û pêkhateyên din ên civakê kûr in, biratiya di nabera gelên herêmê de ji siaysetên tehrîdkirinê bihêztir e.

Serokê Meclisa Qebîleya Tay: Biratiya gelên herêmê ji siyasetên tehrîdkirinê bihêztir e
17 ÇILE, 2026   04:05
QAMIŞlO
SILAVA EBDUREHMAN

Serokê Meclisa Qebîleya Tay a Ereb Şêx Hesen Ferhan Ebdurehman li ser rola dewleta Tirk di gurkirina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de axivî û da zanîn ku bûyerên îro diqewimin li ser polîtîkayên Tirkiyeyê ne nû ne.

Ebdurehman diyar kir ku dewleta Tirk ji berê de bi dijminatiya xwe ya li hember gelên Ereb, Kurd, Xiristiyan û Ermenî tê nasîn, yên ku ji ber polîtîkayên dewleta Osmanî-Tirkî ji cih û warên xwe koçber bûne. Ev mijarek xwezayî û şahidî ye li herêmê, nemaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku ji ber dewleta Tirk zirar dîtiye. Siyasetên Tirkiyeyê, hem di demên berê de, hem jî niha, bi bêwijdanî û dijminatiya berdewam têne xuyakirin. Ebdurehman got: "Ger ew îro bêjin ku gelê Kurd ji aliyê Sultaniya Osmanî û ji aliyê hikûmetên Tirk ên li pey hev ve zirar dîtiye, em ê terdîkirinê, wêraniyê û qetilkirinê li dijî Kurdan bibînin."

Şêx Hesen Ebdurehman di dewama axaftina xwe de got: "Ez mirovekî ereb û misilman ê sunnî me, lê gava ez dibêjim birayê min ê kurd, ev ne tiştekî nû yan xerîb e, lê belê berdewama xwezayî ya biratiya gelan e. Ji dema ku em hatine vê duniyayê em bira ne; Ereb, Kurd, Xiristiyan, Asûrî, Ermenî, Êzîdî û Tirkmen. Li vê herêmê, em hemû bi hev re bi hezkirin jiyan e, bi têkiliyên dîrokî û têkiliyên zewacê ve girêdayî ne, kes nikare vê rastiyê biguherîne, ne di demên berê de ne jî di pêşerojê de."

Ebdurehman anî ziman ku "di roja me ya îro de medyaya civakî bi bandor e, lê ew ji bo tehrîdkirina sîstematîk jî tê bikaranîn, heta wê astê ku xuya dike tevahiya cîhanê wê koçber bibe, were hilweşandin, an jî ji herêmê were derxistin û hev du bikujin. Ev sorkirin ne nîşanek baş e, lê herêma me hîn jî bi aqilane û hişyarî tev digere, ji sirên lîstikê baş agahdar e."

ˋBIRATIYA KU EM JI DI DIRÊJAHIYA DÎROKÊ DE BÛNE YEK, BIRATIYEKE KÛR Eˊ

Şêx Hesen Ebdurehman da zanîn ku "Em bi rêya vê hevpeyvînê dixwazim tiştekî ji birayên xwe yên Kurd, Ereb û Xiristiyan re zelal bikim, biratiya ku em ji seranserê dîrokê ve kirine yek, biratiyeke xurt e ku tu siyasetek li cîhanê nikare wê xera bike yan jî ji hev veqetîne."

Ebdurehman anî ziman ku Rojhilata Navîn bi Kurd, Ereb û Xiristiyanên xwe li ser bingehên dîrokî ku nayên cudakirin ava bûye û destnîşan kir ku eşîr, qebîle û hevbendiyên civakî beriya avabûna dewlet û sîstemên siyasî bû.

li ser xeteriya bikaranîna kaxiza eşîr û taîfiyetê di vê qonaxê de Ebdurehman got: "Herêm di qonaxeke hesas re derbas dibe. Em ji bo peyketina hewldanên parçekirina civakê li ser bingehên qebîle yan jî mezhebperestiyê hişyariyê didin."

Şêx Hesen Ferhan Ebdurehman bang li şêxên eşîran û rûspiyên civakê kir ku berpirsiyariyên xwe yên dîrokî hilgirin, derkevin li ser medya û qadanî, roleke çalak di aramkirin û parastina aştiya sivîlan de bilîzin.

Der barê êriş û komkujiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatine de Ebdurehman xemgînî û êşên xwe yên ji ber qetilkirin û koçberkirinê anîn ziman û diyar kir ku xwîna Sûriyeyî yek e, Kurd, Ereb û Xiristiyan xelkê vî welatî ne.

Serokê Meclisa Qebîleya Tay a Ereb Şêx Hesen Ferhan Ebdurehman di axaftina xwe de banga pabendbûna bi jiyana hevbeş kir û got "Ol ji bo Xwedê ye û welat ji bo her kesî ye û Sûriye ji bo hemû Sûriyan e."

(ac/fr)

ANHA