Komîteya teknokratîk a birêvebirina Xezayê li Misrê civiya

Komîteya teknokratîk a Filistînî ya ji bo birêvebirina Xezayê li paytexta Misrê Qahîreyê, civîna xwe ya yekemîn li dar xist, da ku mekanîzmayên birêvebirina Şerîda Xezayê di qonaxa bê de nîqaş bikin.

Komîteya teknokratîk a birêvebirina Xezayê li Misrê civiya
16 ÇILE, 2026   21:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Kanala Nûçeyan a Qahîreyê, komîteya teknokratîk a Filistînî ya ji bo birêvebirina Şerîda Xezayê yekem civîna xwe li paytexta Misrê organîze kir.

Ev komîte ji 15 kesayetên Filistînî pêk tê Roja çarşemê piştî ku Washingtonê qonaxa 2’yemîn a plana xwe ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê ragihand, komîte hat damezrandin. Ew komîte wê bi awayekî demkî Xezayê di bin çavdêriya "konseya aştiyê" ya bi serokatiya Serokê Amerîkayê Donald Trump de bi rê ve bibe.

(ac/fr)

ANHA